ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN 2018-03-03 09:00:29 *Rêvebera Kongra-Star Newroz Mihemmed, diyar kir ku amadekariyên wan ên 8'ê Adarê didomin. Mihmmed bi lêv kir ku wê ji Minbic, Heleb, Şam, Şengal û Lubnanê jin tev li çalakiya 8'ê Adarê ya li Efrînê bibin û got: "Wê şoreşa li Efrînê bê wateya naskirina nasnameya azad a hemû jinên cîhanê."  *Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet, got li girtîgehan binpêkirina mafan du qat zêde bûye û di 3 mehên dawî de 2 girtiyan xwe şewitandiye. Her wiha Melet destnîşan kir ku piştî Rewşa Awarte hatiye îlankirin, li girtîgehan polîsên taybet û TEM'ê dest bi kar kirine.    *Sûzan Oztunç ku dema hevjînê wê yê 18 salan xwest careke din bizewice, dest bi jiyaneke nû kir ji bo jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin got: "Li hemberî çewisandinan helbet riyeke liberxwedayînê heye." Sûzan Oztunç ku dema hevjînê wê yê 18 salan xwest careke din bizewice, dest bi jiyaneke nû kir ji bo jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin got: "Li hemberî çewisandinan helbet riyeke liberxwedayînê heye."    *Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku dê 8'ê Adara îsal jî di girtîgehê derbas bike got: "Tenê dibêjim; çi dikin bila bikin, lê em ê bi ser bikevin. Dema jin li kuçeyan dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' berz bikin, em ê jî li hewadariya xwe bibin hevparê vî dengî."   *Hat hînbûn ku li Şirnexê ji bo tev li operasyona Efrînê nebin 2 cerdevan îstifa kirine.    *Li Edeneyê, hatibû îdiakirin ku Ozcan Yildiz li TEM'ê hatiye îşkencekirin. Parêzerê Yildiz, parêzer Tûgay Bek giliyê polîsan kiriye, lê belê lêpirsîn nehatine vekirin. Bek got dozgerî li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne.    Keça Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel Jiyan Yuksel, qala têkşîn û sekna dayika xwe kir û xwest her kes bi ruh û tekoşîna wê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dakevin qadan û got: “Dive ruhê Asya Yuksel a tekoşer li her devê bê jiyandin. Dive jin bi rihê dayikamin ji bo 8’ê Adarê dakeve qadan.”   * HDP ve DBP Antep il örgütleri, HDP eski Van Milletvekili Yurdusev Özsökmenler’in  katılımıyla sadece kadınlara özel bir kahvaltı proğramı düzenleyecek. (11.00)    * Platforma Jinan, Meclîsa Jinan û Nûnerên jin ên Rêxistinên Demokratîk bi minasebeta 8'ê Adarê dê li gelek bajar û navçeyan dê malbatên jinên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bike, bi jinan re civîna taştê amade bikin, daxuyaniyan bidin û çalakiyên cuda pêk bînin. (11.00-14.00)    * Înîsiyatifa Rojnamêgerên Azad dê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê Rapora Meha Sibatê Aşkere bike. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan bi boneya edalet pêk bê dê bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 473'an de çalakiya xwe li şaxa ÎHD'ê berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" dê di hefteya 675'an de çalakiya xwe li qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û Xizmên windayan yên Îzmirê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin" û “Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 422’an de berdewam bike. (13.00)    * Komisyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 310'an de çalakiya "Rûniştina" li Qada Galatasarayê dauyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin dê di hefteya 74'an de li Qada  Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)   * Înîsiyatifa li dijî OHAL'ê dê di li salona Mala Çandê ya Fatihê panel pêk bîne. (14.00-16.00)