Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan 2018-03-02 20:39:55   ŞIRNEX – Rojnamevan Ziya Ataman ku nêzî 2 salin girtiye û cara ewil derket pêşberî dadger, nehat berdan.    Danişîna yekem a doza nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman ku di 11'ê Nîsana 2016'an de hatibû girtin pêk hat. Danişîna doza ku tevî Ataman 9 jê girtî 19 kes tên darizandin de, li Ddageha Cezayê Giran a 1'ekem pêk hat. Rojnamevan Ataman ku bi îdiayên "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Bi awayekî qesdî kuştina peywirdarê cemaweriyê", "Bi awayekî qesdî hewldana kuştinê ya peywirdarê cemaweriyê", "Sêwirandina kuştina bi qesdş", "Bi madeyên teqemeniyê zirardayîna malê cemaweriyê", "Mixalfeta li hemberî Qanûna Jimare 6136'an" û "Di çarçoveya fealiyetên rêxistinekê de bêdestûr peydakirina madeyên teqemeniyê" tê tawanbarkirin, ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû.    Piştî tespîtkirin agahiyên nasnameyê, Ataman parêzî kir û tiştên pê tê tawanbarkirin red kirin û beraeta xwe xwast. Piştî Ataman 10 kesên ku bi awayekî negirtî tên darizandin parêzî kirin. Herî dawî jî parêzeran parêzî kir û destnîşan kirin ku tiştên muwekîlên wan pê tên tawanbarkirin bê delîl û îspat in û xwestin muwekîlên wan bên berdan.    Piştî parêziyan heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê dadgehê biryara berdewamiya Ataman û 8 kesên din ên girtî da û danişîn taloqî 25'ê Gulanê kir.