Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin 2018-03-02 15:23:35 ERZIROM - Leşkeran li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi ser gundê Reşa Sebrî de girtin û xaniyek şewitandin. Leşkeran piştre xanî bi kepçeyek xera kirin û 3 kes jî binçav kirin.  Leşkeran serê sibê li Gundê Reşa Sebrî yê navçeya Qereyazî ya Erziromê bi ser malan de girtin. Leşkerên ku bi maşineyên zirxî bi ser gelek malan de girtin, xaniyek şewitandin û piştre xanî bi kepçeyan xera kirin. Leşkerên ku di serdegirtina gund de 3 kes binçav kirin, piştî 3 kes binçav kirin xaniyek şewitandin û bi kepçeyan xera kirin. Hat diyar kirin ku berî xanî bişewitînin dengê çekan bilind bû.    Şeniyên taxê der barê bûyerê de agahî dan û wiha got: "Ji nişka ve leşkeran bi maşîneyên zirxî dora xaniyan pêça. Dengê çekan hat. Piştre xaniyê ku xwediyê wî salek e ne li mal e û salek e vala ye dan ber agir û bi kepçeyan xera kirin. Em niha nikarin ji malên xwe derkevin. Em di bin dorpêçê dene.    3 KES BINÇAV KIRIN   Şênî diyar kir ku piştî xanî şewitandin û bi kepçeyê xera kirin dorpêç hêj didome û di serdegirtina malan de Mehmet Emin Oran, Mensur Oran û Nuretin Durmaz binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin nehat zanîn ku ew birin ku.