Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin 2018-03-02 15:22:49 AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozman di çalakiya Tahîr Elçî de axivî û got: “Di dosyeya lêpirsînê de hîn tu pêşketin çênebûne. Em bi ekîbek ji derveyî welat hatî re dîmenên cînayeta Elçî lêkolîn dikin.” Baroya Amedê ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî, li ber Edliya Amedê di hefteya 116’emîn de çalakiya xwe pêk anîn. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de pankarta bi kurdî û tirkî “Em te ji bîr nakin” hat vekirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heya faîlên Elçî bên dîtin dê çalakiya xwe berdewam bikin.    EKÎBEK PISTOR ÊN DERVEYÎ WELAT DÊ DÎMENAN LÊKOLÎN BIKE'   Ozmen, anî ziman ku di dosyeya lêpirsînê de hîna tu pêş ketin çênebûye û wiha got: “Komîsyona di bûnya Baroya Amedê de ji bo dosyaya Tahir Elçî bi berfirehî lêkolîn bike, hatî avakirin ked, hewldan û xebatek mezin bi rê ve dibin. Ev kom bi ekîbek pıspor ên ji derveyî welat hatîn re xebatên xwe bi rêve dibin. Di vê ekîbê de pisporên  deng û dîmenan jî cih digirin. Ev ekîp niha li ser dîmenên kêliyên kuştina Tahir Elçî xebatan bi rêve dibin. Ev xebat dê dinava çend mehên dawî de bi encam bibin û em ê encamên ji raya giştî re eşkere bikin.”   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.