Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin 2018-03-02 10:50:51 STENBOL – Girtîgeha Hejmara 1’ê ya Tîpa F a Kandirayê nivîsa girtî Muhammed Înal a bi sernavê “Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê” bifikar dît.  Muhammed Înal li Girtîgeha Hejmara 1’ê ya Tîpa F a Kandiraya Kocaelî girtî ne. Girtîgehê nivîsa Înal a bi sernivîsa ““Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê” bifikar dît. Lîjneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Girtîgehê di nirxandina nameyê de got ku nivîs fetwa Efrînê ya Serokatiya Karê Diyanetê rexne dike û bi hinceta “Îfadeyên heqaretê li Serokomar dike hene” beşek jê sansûr kir. Piştî hin beşên nivîsê hatin sansûrkirin, biryara şandina ji bo nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Huseyîn Aykol hat dayîn.    MA / Yasîn Kobulan