Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn 2018-03-02 10:15:31 AMED – Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê Rûmetê Akin Bîrdal diyar kir ku binpêkirinên mafan ên heyî dişibin ên salên 90’î û got: “Em hatine astek ku êdî parêzvanê mafê mirovan nikarin parastina xwe bikin. Divê li dijî êrîş û binpêkirinan têkoşîna hevpar bê avakirin.”  Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Rûmetê Akin Bîrdal bi salan e têkoşîna mafê mirovan dike. Bîrdal di sala 1998’an de rastî êrîşa çekdarî hat û bi giran birîndar bû û serdemek jî parlamenteriyê kir. Bîrdal têkildarî rojeva heyî pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand.    ‘PÊVAJO JI SALÊN 90’Î BIHÛRIYE’    Bîrdal anî ziman ku desthilata AKP’ê tehamulî mafê mirovan nake û wiha got: “Di salên 1990’an de windahiya bîra civakê pêk hat. Ji ber pêkanînên vê serdema niha, êdî her kes pirsa ‘Gelo em vedigerin salên 90’î?’ ji hev dipirse. 28 sal di ser salên 90’î re derbas bûn. Cîhan diguhere, lê em hêj di pêvajoya salên 90’î de ne. Li gorî min ev rewşek pir trajîk e. Rejîmek wisa otorîter ava bû, êdî tehamulî bijîşk, hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan û muxalefetê jî nake. Heke ku kujerên salên 90’ê bihatina dîtin û winda bihatana dîtin, dê îro kesayetên wek Tahîr Elçî, Hrant Dîn û her wekî din nehatina kuştin. Dê ev binpêkirin jî pêk nehatibûna. Lê em bîra xwe winda dikin. Ji bo vê yekê jî divê em bibin yek û hevpar.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD ÊDÎ JI PIRSGIRÊKA KURDBÛNÊ DERKETIYE’    Bîrdal diyar kir ku li dijî êrîşên li ser muxalefeta demorkatîk divê hemû pêkhateyên demokrasiy3e bibin yek û wiha domand: “Pirsgirêka kurd êdî ji pirsgirêka kurd derketiye. Êdî em li hember binpêkirina mafan muhatab nabînin. Divê hemû hêzên Tirkiyeyê ji bo hewldana aştiyê xwe bikin yek. Pêwîste daxwaza me ya hevbeş edalet, aştî û demokrasî be. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek demokrasî û aştiyê ye. Heta pirsgirêka kurd bi awayê demokratîk, adil, aştî û wekhevî neyê çareserkirin dê binpêkirina mafan dewam bike.”    Bîrdal da zanîn ku civak û hêzên navnetewî li dijî binpêkirina mafê mirovan ên li Tirkiyeyê ji bo berjwendiyên xwe bêdeng dimînin û ji bo berjwendiyên xwe mueyîdiyê li ser Tirkiyeyê pêk naynin.    ‘PARÊZVANÊ MAFÊ MIROVAN JÎ NIKARIN PARASTINÊ BIKIN’    Bîrdal derbirî ku nivîskar, hunermend û ronakbîr di têkoşîna aştî û demokrasiyê de hevbeş bibin û divê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin ji bo yên jiyanek azad û wekhev daxwaz dikin hevbeş bibin û têkoşînek xûrt bidin. Bîrdal bal kişand ser binpêkirina mafan ên ku derketine asta herî dijwar û got: “Êdî parêzvanê mafê mirovan jî bêparastin man. Parêzvanê maf jî nikarin parastina xwe bikin. Ji mafê parastinê bêpar dihêlin. Gelek hevalên me parêzer di girtîgehê de ne. Dibe ku her tiştî tune bikin, lê dê qet nikaribin hêviya mirovan radest bigirin. Nikarin siberoj û hêviya gelan tune bikin.”    MA / Selman Keleş - Devran Toptaş