Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir 2018-03-02 09:49:52 AMED - Walîtiya Amedê li 115 gund û gundikên navçeyên Lîce, Hênê û Karazê derketina derve li welatiyan qedexe kir.  Walîtiya Amedê li 115 gund û gundikên girêdayî navçeyên Lice, Hênê û Karazê yên girêdayî Amedê bi hinceta operasyon heye derketina derve li welatiyan qedexe kir. Walitiya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku îro saet ji 00.06'ê sibê heta fermanek duyemîn li 115 gund û gundikan qedexeya derketina derve hatiye îlan kirin.