Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan 2018-03-02 09:14:19 AMED - Li Mala Pirtûkan a Lîlavê, ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan hat destpêkirin. Xebatkara Lîlavê Evîn Erzî bang li herkesî kir ku tev li kampanyayê bibin, got: "Mirov dikarin li girtîgehan di grevên birçîbûnê de dikarin birçî bimînin, lê nikarin bê pirtûk bimînin." Li Amedê, Mala Pirtûkan a Lîlavê ji bo girtiyên siyasî kampanyaya pirtûkan da destpêkirin. Ji bo girtiyan kesên bixwazin dikarin pirtûkan bistînin an jî pirtûkên xwe bidin. Her wiha li Lîlavê kampnayaya pirtûkan a daxistina ji sedî 50 jî heye. Pirtûkên bên kirîn an jî bên dayîn ji aliyê saziyê ve bi riya PTT'ê ji girtîgehan re tên şandin.    Xebatkara Lîlavê Evîn Erzî got: "Li cem wan her cure pirtûk hene. Nêzî 30 hezar pirtûkên cuda hene. Mirov dikarin pirtûkên îskontoyî bikirin. Me kampanya da destpêkirin, lê niha tam negihaştiye wê asta ku em li bendê ne. Yanî niha piştevanî ne xurt e. Lê divê bê xurtkirin. Jixwe em rewşa li girtîgehan dizanin û bi awayekî zêde pêdiviya girtiyan bi pirtûkan heye. Ji bo girtiyan hin pirtûk ji me re hatine, lê belê binî hin nivîsan hatiye xêkirin. Îdareyên girtîgehan bi vî awayî qebûl nakin û pirtûk li me tên vegerandin. Kesên dixwazin pirtûkan bibexşînin divê hay ji vê rewşê hebin." Erzî, diyar kir ku pêdiviya girtiyan zaf bi pirtûkan heye û bi kampanyayên bi vî rengî mirov dikare li girtîgehan pirtûkxaneyan çê bike.    ‘DIKARIN BIRÇÎ BIMÎNIN, LÊ NIKARIN BÊ PIRTÛK BIMÎNIN'    Erzî bang li her kesî kir ku piştevaniya kampanyayê bikin û got: "A girîng ev xebat tim hebe. Li ser medyaya civakî an jî nûçeyan diyar dibe ka pêdiviya kîja girtîgehan bi pirtûkan heye. Em jî li gor vê pirtûkan rê dikin. Mirov dikarin li girtîgehan di grevên birçîbûnê de dikarin birçî bimînin, lê nikarin bê pirtûk bimînin. Jixwe dibêjin ne xwarin, me bêyî pirtûk nehêlin. Hûn jî dikarin pirtûkan bikirin û destekê bidin wan."