‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov' 2018-03-02 09:13:37 HATAY - Li Samandagiya Hatayê, Fatma Yûrdagula ku berên xwezayî yên ji nav erdê xwe bi dest dixe difiroşe û debara xwe dike, got: "Dema navê Hatayê tê gotin mirov dibêjin qey li her derî şer heye. Her çi qas şer li Hatayê tunebe, dîsa jî mirov ditirsin."  Li Çevlîka turîstîk a Samandagiya Hatayê, dayika 2 zarokan Fatma Yûrdagul a 40 salî, li ser erdê xwe qulûbeyek çê kiriye û wê dixebitîne. Yûrdagul tevî çay û qehweyê, berên xwezayî yên ji nav baxçeyê xwe bi dest dixe jî difiroşe û debara xwe dike. Her wiha Yûrdagul bal kişand ser şerê li Sûriyeyê jî û got şer bandoreke neyînî li turîzmê dike û ji ber şer her diçe karê wan kêm dibe.    Yûrdagul anî ziman ew tim do nêvengeke xwezayî de ye û got: "Tiştên ji xwezayê werdigirim, berpêşî mirovan dikim. Ji berên ku ez diçînim salçeya îsotan, simaq, zeytûn û her wekî din çê dikim. Her wiha hungivê ku em ji mozên me bi dest dixin, rîçal, dims û dimsa xernûfan jî çê dikim. Karên dikim mirovan diwestîne, lê belê bêyî kedê mirov nikare tiştekî bi dest bixe. Serê sibehê zû hişyar dibim, pêşî êmê heywanan didim wan. Paşê têm vir. Li vir jî kêliyekê vala nasekinim. Piştî karê min diqede diçim karê malê dikim. Zivistanê em pîvaz û bexdenûzê jî datînin. Havînan zebze, firingî, îsot û bacanên reş datînin. Tabî ajotina erd, çadina wî jî heye û ez van karan jî dikim. Dema jinek bi keda xwe bixebite, girîng e. Heta pereyan ji hevjînê xwe bixwaze û pêdiviyên xwe bikire, dema bixebite û qezenc bike çêtir e. Hemû berên me xwezayî ne û keda desta ne. Divê mirov ji bo tenduristiya xwe berên xwezayî bikire."    ‘DEMA NAVÊ HATAYÊ TÊ GOTIN ŞER TÊ BÎRA MIROV'    Yûrdagul, diyar kir ku ji ber ku bajarê wan li ber sînor e, şerê li Sûriyeyê tesîrê li wan jî dike. Yûrdagul got, bi taybetî jî salek e hejmara turîstên xwecihî û biyanî kêm bûne. Yûrdagul got: "Zivistanê pir karê me tune ye. Em li benda biharê ne. Lê belê ji ber şert û mercên şerî mirov naxwazin werin Hatayê. Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov. Mirov dibêjin qey li her derî şer heye û naxwazin werin. Her çi qas şer ne li Hatayê be, dîsa jî mirov ditirsin. Ji ber vê karê me jî kêm bûye."