Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin 2018-03-02 09:12:25 STENBOL – Hevberdevkê OHP'ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, anî ziman ku ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û ew birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, 2 jê radestî malbatên wan hatine kirin û xwest hemû cenaze radestî malbatan bên kirin.  Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, 267 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan 2 jê radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê Dîlan Bîngol û Celal Ovmen radestî malbatên wan hatin kirin û hatin definkirin. Hevberdevkê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ê Stenbolê Parêzer Serhat Çakmak, destnîşan kir ku 72 roj derbas bûne, lê belê ji bo tespîtkirina nasnameya cenazeyan tu geşedan xwe nedane der û wê liv û tevgera wan a huqûqî ya di vî warî de berdewam be.    Çakmak got: "Mehek berê me û parlementeran bi hevdur ser bi Saziya Tibî ya Edlî re hevdîtin çê kir. Di vê hevdîtinê de gotin 'Qada me tenê tespîtkirina cenazeyan e.' Piştrast kirin ku zêdeyî 260 cenaze hene. Diyar kirin ku ka cenaze çawa ji wan re anîne. Hestiyên ji goran derxistine herkê xistine kîsekî û wê tespît bikin ka di torbeyekî de hestiyên çend mirovan hene. Her wiha gotin dema ew karên tespîtkirina nasnameyan biqedînin ew ê rewşê ragihînin Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê û cenazeyan teslîm bikin. Ji ber vê wê hinekî dirêj bajo."    Çakmak, bi lêv kir ku wan li aqûbeta cenazeyên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin jî pirsiye, diyar kirin ku ev yek jî peywira Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ye. Çakmak, got dema wan bi Saziya Tiba Edlî re hevdîtin çê kiriye rayedaran ji wan re gotiye dema dozger bixwaze ew ê cenazeyan bişînin.    '2 CENAZE HATIN RADESTKIRIN'    Çakmak, diyar kir ku ew nikarin rû bi rû bi Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê re hevdîtinê çê bikin û ji ber vê ew nizanin ka dosye di kîjan astê de ye û ka nasname hatine tespîtkirin an na û daxwazên wan ên ji Saziya Tiba Edlî çi ne: Çakmak got: "Me serlêdan pêk anîn û gilî kirin. Her wiha berê 3 cenazeyên ku li Goristana Xerzanê hatibûn definkirin, piştî karên tespîtkirina nasnameyan Saziya Tiba Edlî cenaze radestî malbatan kiribû. Ruhseta vana ya definkirinê hebû. Mînak, daxwazên me yên ji bo radestkirina van cenazeyan bi erênî hat bersivandin. Niha 2 cenaze ji Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê hatine girtin. Malbatan ew defin kirin."    Çakmak got cenaze bi awayek derhuqûqî ji goristanê hatine derxistin û domand: "Piştî me der barê vê yekê de gilî kirin û daxuyanî dan, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê demildest bersiv da. Diyar kir ku hemû li gor usûlê ne. Me jî pirsî, nexwe ji bo çi we yên ruxseta wan a definkirinê jî derxistine? Ji bo çi ev ji bo tespîtkirina nasnameyê dîsa şandin Saziya Tiba Edlî? Daxuyaniyeke absut dan, gotin me nizanibû. Jixwe em nikarin rû bi rû hevdîtinê çê bikin. Bi riya çapemeniyê daxuyaniyê didin.."    ‘DIVÊ CENAZE BÊN TESLÎMKIRIN'    Çakmak diyar kir ku endîşeya wan ew e ku cenaze li goristanên bêkesan bên definkirin û got: "Ji bo me ya girîng, teslîmkirina van cenazeyan e. Ger radestî malbatan neyên kirin û li goristanên bêkesan bên definkirin, em ê dîsa gilî bikin. Em ê serî li hemû mekanîzmayên huqûqê yên netewî û navnetewî bidin."    MA / Sadiye Eser