Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm 2018-03-02 09:10:09 ŞIRNEX – Li Şaredariya Şirnexê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, hat hînbûn ku Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê Şirnexê yê berê Resûl Kolûman bûye Mudurê Nivîsgehê.  Piştî di 5'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê hat kirin, endamên AKP'î li şaredariyê tên bicihkirin. Heta niha bêyî hincet 31 jê kadroyî 99 karker ji kar hatine avêtin. Her wiha hat hînbûn ku, Resûl Kolûmanê ku sala çûyîn Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'a Şirnexê bû, li şaredariyê li Mudiriyeta Nivîsgehê hatiye bicihkirin.    Hat hînbûn ku Alîgirê Walî Tûran Bedirhanoglû yê li bajêr qeyûmê 3 şaredariyan e û der barê wî de bi hincetên "gendeliyê" û "binpêkirina îhaleyan" 9 lêpirsînên cuda hatine vekirin, li Muduriyeta Nivîsgehê hatiye bicihkirin. Nehat hînbûn ka Kolûman ji kengî ve li ser vî karî ye.    Her wiha çend hefte berê jî piranî jê ji malbatên AKP'î û cerdevanan 93 kes li şaredariyê hatibûn bicihkirin.