Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin 2018-03-01 17:12:10 SEMSÛR – Li Kolikê Îbrahîm Halîl Topaloglu bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin.  Li navçeya Kolik a Semsûrê polîsan serê sibê bi ser mala Îbrahîm Halîl Topaloglu de girt û ew binçav kir. Li Midûriyeta Polîsan a Kolikê parvekirinên medya civakî yên sala 2015’an ji Topaloglu pirsîn. Piştî îfadeyên li vir Topaloglu derxistin Edliya Kolikê. Dadger biryara girtina Topaloglu da û bi hinceta “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.