Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin 2018-03-01 16:07:17 AMED - Polîsan nûçegihana Jinnewsê Durket Suren a ji bo şopandina nûçayan çû Licê binçav kirin. Polîsan nûçegihana Jinnewsê Durket Suren a ji bo şopandina nûçeyan çû navçeya Lîcê ya Amedê, di ketina navçeyê de binçav kirin. Polîsan bi îdîya “Lêgerîna” wê heye Sûren binçav kirin û ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.   Polîsan piştî kontrola nexweşxaneyê, Suren birin Midûryeta Polîsan a navçeyê. Hat diyar kirin dê Suren bînin Midûryeta Polîsan a Amedê.