Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan 2018-03-01 15:55:30 EFRÎN - Di encama bombebaran û topbaranên TSK û hevkarên wê OSO de li navçeya Cindirêsê gelek mal û qadên niştecihên welatiyên sivîlan hilweşiyan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama bomberanên balafirên şer û topbaranên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên 41 rojî yên li dijî gund, navçe û herêmên sivîlan ên Efrînê gelek mal û qadên welatiyên sivîlan hilweşiyan. Navçeya Cindirêsê ya Efrînê yek ji mînakên herî berbiçav ên vê hilweşan din û wêrankirinê ne.    ANHA bi wêneyên kişandine hemû rastiya şer û êrîşên li dijî sivîlên Efrînê radixwe ber çavan.