‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’ 2018-03-01 14:42:00 MÛŞ – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mûşê Mensur Işik xistina wekîltiya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan şermezar kir û got: “Yildirim û Ayhan wekîlên gel in. Yên ku vê mexduriyetê bi me didin jiyîn, dê biçin nav sergo. ”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê li dijî xistina wekîltiya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan nerazîbûn nîşan da. Rêveberên HDP’a Mûşê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP’a Mûşê Mensur Işik di civînê de axivî û xistina wekîltiya her du parlamenteran li dijî vîna gel wek “darbeya sivîl” pênase kir.    ‘DESTHILAT 28’Ê SIBATÊ DERBAS KIR’    Işik anî ziman ku di salvegera 28’ê Sibatê de vê darbeya pêk hat manîdar e û got: “Dîrok ji dubarekirinê pêk tê. Em viya baş dizanin. Yên ku li ser mexdûriyeta 28’ê Sibatê siyasete û edebiyatê kirin û îro li ser desthilatê ne mixabin, 28’ê Sibatê qatqatî derbas kirin. Li dijî gelê kurd û hemû netew, karker, kedkar û beşên din ên civakê darbe û zilmê dikin.”    ‘EW WEKÎLÊN GEL IN’   Işik wiha dewam kir: “Heta dixwazin bila wekîltiyê daxînin. Lê dê wekîlên me her tim wekîlên gelê xwe bin. Wê wekîltiya wan dewam bike. Wisa tê xûyakirin ku ev hejmara xistina wekîltiyê dê zêde bibe. Em ji Mûşê bang li hikumetê dikin bila dev ji van polîtîkayên xwe berde. Li gel ewqas zext û zordariyê jî dê heq û hiqûq cihê xwe bibîne. Elbet dê gel ên ku vê mexduriyetê bi me didin jiyîn, bişîne nav sergoyê dîrokê. Elbet dê gel di sindoqê de şimaqê li wan bide. Em ê tu demê moralê xwe xera nekin. Wê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê dewam bike.”