‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’ 2018-03-01 14:35:37 ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê, diyar kir ku di girtîgehan de 402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş hene û got: “Li gorî daneyên Wezareta Dadê 20 hezar girtî li erdê radizin.” Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) a Îzmîrê, lîsteay girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de nû kirin û bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş. Komîsyona Girtîgehan li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê civîna çapmeniyê pêk anî û Alîkara Sekretera Giştî ya Berpirsiyarê Rêxistinbûyîn û Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Şengul û Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî Nehîr Bîlece beşdar bûn.    Necla Şengul di civînê de axivî û got di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de, 402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Şengul, anî ziman ku divê demildest 402 girtiyên nexweş bên berdasn.”   Dûre Nehîr Bîlece rapora komîsyonên xwend û wiha got: “Şert û mercên tecrîda giran kirî li girtîgehan de hene. Ev şert û merc gefan li ruh û benda girtî û hikumxaran dixwe. Ji ber vê yekê ji bo girtiyên nexweş taboleyekê neyînî derdikeve holê.”     '20 HEZAR GIRTÎ LI ERDÊ RADIZIN'   Bilece, da zanîn ku li gorî daneyên 2’yê Mijdara 2017’an a Wezareta Dadê, li girtîgehan bi giştî 228 hezar û 993 girtî û hikumxar hene û wiha bilêv kir: “Di sala 2002’yan û vir ve roja AKP bû desthilatdar hejmara girtî û hikumxaran derketiye 59 hezar û 429’an. Li Tirkiyeyê bi giştî 386 girtîgeh hene û kapasiyeta wan 208 hezar û 830’in. Li gorî danayên Wezareta Dadê 20  hezar girtî li erdê radizin.”   Bîlece, di dewam axaftina xwe de wiha got: “Li gorî danayên 1’ê Adara 2018’an a ÎHD’ê, di girtîgehan 402 jê giran hezar û 1154 girtiyên nexweş hene. Rewşa girtiyan ji ber OHAL û KHK’an girantir bûye.”   FERZ KIRINA CILÊN YEK TÎPÎ Û HEJDARA SER PÎYAN     Bilece, bal kişand ser ferzkirina pêkanîna cilên yek tîpî jî û wiha domand: “Bin pêkirina mafan ên di girtîgehan pir zêde bûne. Biryara cilên yek tîpî, ferzkirina hejmara li ser piyan bûne sedemên îşkece û tundiya li ser girtiyan. Bi taybetî ev yek herî zêde li girtîgehên Îskenderun, Osmaniye, Xerpet, Ermenek, Rîze, Bursa, Akhîsar, Wan, Tekîrdag, Bayburt, Kiriklar, Şakranê rû didin.”