Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû 2018-03-01 13:20:57 RIHA – Doza Serekaniyê ya kuştina 2 polîsan ku hikûmetê kir sedema xelaskirina pêvajoya çareseriyê û destpêkirina şer bi encam bû. Heyeta dadgehê hemû bersûc ji sucdariya “cinayetê” beraet kirin.  13'emîn danişîna doza cînayeta 2 polîsên li Serêkaniye ya Rihayê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de di malên xwe de hatin kuştin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Doza têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê berdewam kir. 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan.