Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî 2018-03-01 12:41:58 RIHA – Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Parlamenterê HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan birî.  Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan ku ji ber îdaiya “Propaganda rêxistinê kirine” li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    DADGER 2 SAL Û 6 MEH CEZA LI OCALAN BIRΠ   Ocalan bi hinceta li merasîmek cenaze ya li navçeya Wêranşarê ya Rihayê axivîbû bi îdiaya “Propaganda rêxistine kiriye” doz lê hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê  hat dîtin û parêzerên Ocalan amade bûn. Parêzeran daxwaz kir ku axaftina Ocalan ji nû ve bê guhdarkirin û ji aliyê tercûmanek bêalî ve bê wergirandin.   Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî.    DOZA BAYDEMÎR TALOQ BÛ    Li heman dadgehê 8’emîn danişîna doza Osman Baydemîr jî ya bi îdiaya “Propoaganda rêxistinê kiriye” hat dîtin. Parezeran ji bo parastinê dem xwest. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û heyetê danişîn taloqî 7’ê hezîranê kir.