Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê 2018-03-01 10:07:46 AMED – Walîtiya Amedê ragihandibû ku ew ê destûr nedin çalakiyên qada vekirî yên 8’ê Adarê. Li ser îtîraza jinan, Walîtiyê biryara xwe paş ve kişand û destûr da li dar xistina çalakiyan.  Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê navbera 1-10’ê adarê de rêzeçalakiyan li dar bixe. Walîtiya Amedê jî çalakiyên qada vekirî yên 8’ê Adarê qedexe kiribû. Li ser vê yêkê Endamên Kopîteya Amadekar a Mitîngê li dijî biryarê îtîrazî walîtiyê kirin. Walîtiyê biryar nirxand û destûra çalakiyan da.    Çalakiyên ji aliyê walîtiyê ve hatibûn qedexekirin ev in: “Avakirina stanta li bazaran, fener firandinê, belavkirina qurnefîlan, çalakiya rûniştinê ya li Parka Koşuyolu, daxuyaniya çapemeniyê, meşa meşaleyi û meşa xwezayê.”