Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin! 2018-03-01 09:30:43 AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca bertek nîşanî betalkirina parlementeriya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan da û bilêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze pêşiya rexneyan bigire. Uca ani ziman ku desthilatdarî di nava nakokiyê de ye û got: "Têkoşîna me ranaweste."  Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Uca bertek nîşanî biryara betalkirina parlamenteriya Wekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan da û destnîşan kir ku bedela wê çi dibe bila bibe, ew ê nûnertiya gelê xwe berdewam bikin. Uca anî ziman ku tifaqa AKP û MHP’ê li hemberî HDP’ê dijminahiyeke mezin dike. Uca got, desthilatdarî ramanên HDP’ê yên azad qebûl nake, lewma herdem li dijî HDP’ê di nava liv û tevgerê de ye.   ‘MABEST RAWESTANDINA TÊKOŞÎNÊ YE’   Uca bilêv kir ku tifaqa AKP û MHP’ê dixwaze ku HDP ji qada siyasete dûr bikeve û got: “Heta niha parlamenteriya 9 wekilên me bi hincetên tirajîk hatin betalkirin. 50 parlementerên me mane. Her yek ji me ji ber bi dehan dozî tên darizandin. Herdem bi HDP’ê ve mijûl dibin. Parlementrên me digirin. Nûner û rêvebirên me bin çav dikin. Avahiyên me vala dikin. Mebeset ew e ku ev têkoşîn raweste. Lê em nasekinin. Me soz daye gelê xwe”.   ‘DIXWAZIN PÊŞIYA REWNÊ BIGRIN’   Uca bal kişand ser hinceta vetalkirina parlementeriya Yildirim û wiha aixivi: “Ji ber ku Yildirim ji Serokomar Tayyip Erdogan re gotiye 'Xirbendeyê Şahê Qesrê' hat darizandin û sal û 2 meh ceza stand. Ev nakokiyek mezin e. Dema em desthilatdariyê rexne dikin bi rêya fezlekeyan êrîşî me dikin. Lê ew bixwe her roj heqeretên mezin li me û gelê me dikin. Sibê heta êvarê di ekranan de Erdogan û burokratên wî gefan li HDP’ê dixwin. Dijûnan dikin. Êrîşî avahiyên HDP’ê dikin. Kes tiştekî ji wan re nabêje. Dema em rexne dikin, doz tên vekirin. Bêguman ev ji nîşan dide ku ji rexneyên me ditirsin. Em li pişt gotina Yildirim disekinin. Biryara dadgehê dest nîşan kir ku Erdogan ‘padişah bozuntusû ye.'’”    ‘DI NAVA NAKOKIYÊ DE NE’   Uca diyar kir ku parlementeriya Ayhan jî ji bi sedema wêneyê şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Aziz Guler di hesabê xwe de parve kiriye hatiye betalkiin. Uca destnîşan kir ku ew bi Aziz Guler serbilind in. Uca anî ziman ku qaşo AKP û MHP li dijî DAIŞ’ê şer dikin û wiha axivi: “Ev tiştekî balkêş e. Kesekî ku li dijî DAIŞ’ê şer kiriye tê terorîzekirin. Ger desthilat li dijî DAIŞ’ê şer dike, nexwe çima kesê şer kirî terorîze dike”.     ‘EM NAIRSIN’   Uca destnîşan kir ku ev helwest nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadî û demokrasî nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber gotina aşitiyê fezlekeyan li me vedikin. Ew dibêjin şer em dibêjin aşitî. Ew dibêjin bila zarok ala bêxin berîka xwe û 'şehîd' bikevin em dibêjin bila zarok nemirin bilîzin. Ew dibêjin yek netew em dibêjim hemû reng. Li dijî vê yekê em tên darizandin û ew serbest in. Ger ev yek sûc be jî em ê vî sucî berdewam bikin. Em qet natirsin. Em paşve gav navejin. Em ji gelê xwe piştrast in bila gelê me jî ji me bawer be.”    Uca anî iman ku yek parlementer jî bimîne ew ê xwedî li projeya HDP’ê derbikevin û got: "Ew ê di 8 Adarê û Newrozê de gel vê yekê baş nîşan bide. Wê HDP xewên wan birevîne.”    MA / Cîhan Olmez