ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-01 09:00:48 *Alîgirê Serokatiya Giştî ya Saadet Partiyê (SP) Bîrol Aydin, diyar kir ku wê tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî civakê neyê û got: "Ne hewceyî gotinê ye, jixwe her tişt li holê ye."  *Mehmet Salih Demîr, derhênerê fîlmê "Cano" ku li !f İstanbulê hat pêşandan, balê kişand ser paşperdeya polîtîk a fîlm û got: "Ji bo ez û xwe rûbarî hev bikevin ketim rê."    *Jinên Botanî, bi mîrateya têkoşîna Binevş Agal, Bêrîvan Cizîr û Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a di bîr û baweriya wan de bi cih bûyî dê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.    *Endama Malên Gel Zeynep Çelîk, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandin û binçavkirinên li hemberî wan jî, ew ê bi berxwedan û têkoşînê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî bikin û got: "Em ê di 8'ê Adarê de nîşan bidin ku em dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin."    *Belkisa Aşan a ku 30 salên wê yên dawî di nav têkoşînê de derbas bûne, wekî remza kedê, şîfayê û bereketê tê bibîranîn. Aşan, ji bo 8'ê Adarê bang li hemû jinan kir, got: "Divê em bên gel hev û nîşan bidin ku em çi qasî hêzdar in."    *Guler Erat ku li aşxaneya Morjîn Mûtfakê ya tenê jin wê bi rê ve dibin dixebite, got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin."    *Hat gotin ku ji ber Veysel Adiguzel ê li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê girtî, nexwestiya li rînga ku girtyên edlî têde bûne siwar bibe hatiye îşkencekirin. Bavê Adiguzel, destnîşan kir ku tu ewlehiya girtiyan tune ye.    *Hat destnîşankirin ku TUGVA'ya ku Bîlal Erdogan di rêveberiya wê de ye, li Şirnexê bi şertê ku bibin endamê weqfê yûrd, kar û pere pêşniyazî xwendekarên zanîngehê hatiye kirin. Xwendekarên ku endamtî qebûl nekirine, gotin gefa wê nîşeyên wan kêm bikin li wan hatiye xwarin.    *Penaber ji ber daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên dê penaberên Sûriyeyê bişînin Efrînê bifikar in. Penaber diyar dikin ku ger hewl bidin wan bişînin Efrînê, ew ê neçin û mirin jî têde hebe ew ê berê xwe bidin Ewropayê.   *Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca bertek nîşanî betalkirina parlementeriya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan da û bilêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze pêşiya rexneyan bigire. Uca ani ziman ku desthilatdarî di nava nakokiyê de ye û got: "Têkoşîna me ranaweste."    *Piştî AKP-MHP'ê pêşniyarnameya "Zagona Îtifaqê" ya ji bo îtîfaqa hilbijartinê xistin rojevê, bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Nûnerên partiyên siyasî yên CHP û HDP'ê bertek nîşanî vê pêşnûmayê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dê ewlehiya hilbijartinê ji holê rabe.   * Serokê Şaxa Şeker Îş'ê ya Burdurê Mustafa Onay, diyar kir ku li ser navê "fabrîqeyên şekir zerar dikin" dixwazin fabrîqeyan arizî bikin û pêşkêşî fîrmayên DYA'yê bikin. Onay, anî ziman ku bi arizîkirinê dê firmaya Cargill a DYA bêtir maddeya tamê bifiroşe Tirkiye.      * 7'emîn danişîna doza Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemir û  Dîlek Ocalan  dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. ( 09.30)     * 13'emîn danişina biryarê ya doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ya Rihayê dê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza 3 akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin dê li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.45)     * Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, dê li Salona Pêşandanê ya Galerîa pênenga wêneyan a 'Ji Objektifa Jinê" bê pêşandan. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê rapora der barê girtiyên nexweş de li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê dê der barê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li avahiya Navçeya Navendî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a  Cîhanê bi civîna çapemeniyê bide. ( 12.00)   * Li Gundê Roboskî yê Qiyebana Şirnexê û Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dê di çarçoveya 8'ê Adarê de bername bên li darxistin. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê dê bi minasebeta 8'ê Adarê ji girtiyên jin re nameyan bişîne. (12.30-13.30)   * Malbatên Roboskî dê di hefteya 322'an de li ser gorên zarokên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniye bidin çapemeniyê. (16.00)