Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan 2018-02-28 17:23:13   ENQERE - Hevseroka Mala Gel Dilşat Aktaş jî di navde 11 rêveberên Malên Gel bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li Enqere di 22'ê Sibatê de polîsan bi ser navnîşanên endam û rêveberên Malên Gel de girtibûn. Polisan di serdegirtina Malên Gel de Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş jî di navde 11 endam û rêveber binçavkiribûn. Aktaş û kesên tevî wê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin. Piştî dozger îfadeya 11 kesan girt, 7 reveberên Malên Gel serbest berdan û Aktaş jî di navde 4 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger jî piştî li îfadeyên wan guhdar kir Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dilşat Aktaş jî di navde 4 kes bi şertê kontrola Edlî serbest berdan.