Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin 2018-02-28 16:55:20 EFRÎN – Wêneyên êrîşa li dijî Gundê Yelanqosê ku 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan derketin holê. Di wêneyan de tê dîtin ku terzîxane hilweşiya ye.  Şer û operayona TSK'ê ku di 20'ê Çile de li ser Efrînê dest pê kiribû di roja 40'an de berdewam dike. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Efrinê heta niha di şer de 199 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 600 sivîl jî birîndar bûn. Herî dawî balafirên şer ên TSK'ê di 26'ê Sibatê de li gundê Yelanqosê yê Cindirêse ya Efrînê bombe kir. Di bombekirinê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dateyên komkujiya gundê Yelanqozê ku têde 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan bi wêne û dîmenan belge kir. Di bombekirinê de terzîxane hilweşiya ye û gelek xanî xera bûne.  5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.    TSK'ê duh jî heman gund topbaran kiribû. Di bombekirinê de welatî Mehmûd Mengawî û Mihemed Welîd jiyana xwe ji dest dabûn.