Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir 2018-02-28 15:38:39 ENQERE - TSKê di 20'ê Çile de bi hevkariya OSO li dijî Efrînê bi tang, top û balafiran dest bi êrîşên hewayî û bejayî kirin. Şerê li Efrînê 40 roj li pey xwe hişt. Şerê li Efrînê ku 40 rojin bi tang û topan berdewam dike gelek şerên cîhanê li pey xwe hişt.  TSK û OSO bi biryara AKP-MHP'ê di 20'ê Çile de li dijî bajarê Efrinê ku ji 365 gund û bajarokan pêk tê, bi 73 balafirên şer û bi tang û topan ji hewayî û bejayî operasyon da destpêkirin. TSK'ê ku bi hevkariya OSO li dijî Efrînê ya ji 4 hezar kilometre kare pêk tê, 40 rojin bê navber bi tagn û topan êrîş dike. TSK ku duyemîn artêşa mezin a NATO ye, tevî hemû tang, top, teknîk û balafirên xwe negihiştiye armanca xwe. Artêşa TSK'ê bi hevkariya 30 hezar leşkerên El Kaide û OSO ku ji şervanên DAIŞ'ê jî di navde hene li dijî gelê Efrînê şerekî giran dimeşine.    TSK PIR DÛRÎ EFRÎNÊ YE   Tevî hemû çekên giran, tang û topan, Efrîn ji aliyê 10 hezar kesan ve tê parastin. Şervanên Efrînê destûr nade ku TSK nêzî Efrînê bibe. Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Sedat Ergin, di nivîsa xwe ya îro de got: "Eniya şer a esîl Raco û Cinderesê ye. TSK'ê hêj destpêka tevgerê temam nekiriye. Dîsa hêj pir dûrî armanca xweya ku bajarê Efrinê dorpêç bike ye. Navenda Bajar ku di navenda koorîdora ewlehiye de ye 20 kilometre dor e."    3 SAET BÛ HEFTE, HETE BÛ MEH...    Çapemeniya nêzî AKP’ê ewil got dê di 3 saetan de têkevin Efrînê, pitre kirin 3 roj. Rayedarên AKP'ê û çapemeniya nêzî wê piştre kerin hefte û meh û niha 40 rojin didome. Serokomar Erdogan di 13'ê Çile de got "Hûn dê bibînin ku em dê di hefteyekî de çi bikin" Lê 4 hefte derbas bûn di roja 40'an de şerê li dijî Efrînê berdewam dike. Bi vî halî heta niha şerê li Efrînê gelek şerên cîhanê li pey xwe hişt.      ŞERÊ HERÎ KIN Ê CÎHANÊ 45 DEQÎQE YE   Di diroka cîhanê de şerê herî dem kurd şerê “Şerê Zanzibarê" ye. Di 27'ê Tebaxa 1896'an de di navbera Îngilizan û Zanzibarê de şer derket û şer tenê 45 deqîqeyan berdewam kir.    ŞERÊ MOHAÇÊ 2 SAETAN BERDEWAM KIR   Di 29'ê Tebaxa 1526'an de di navbera Osmanî û Macaristanê de şerê Deşta Mohaçê rû da û "Şerê Mahoç'ê" 2 saetan berdewam kir. Di şer de Osmaniyan û Xana Kirim di eniyekê de cih girti û Macaristan, Hırvatistan, Roma, Prensiya Bohemya Bavyera, Papa, Kraliyeta Lehistan di eniyekê de cih girt. Osmanî bi 45 hezar leşker li dijî 40 hezar artêşa Macar şer kir.    ŞERÊ 6 ROJAN    Di şerê Ereb-Îsraîlê yê di sala 1967'an de di navbera Îsrail û Misir, Tunus, Urdun, Irakê de pêk hat 6 rojan berdewam kir.    Îsraîl bi 264 hezar leşker, 300 balafirên şer, 800 tangan li dijî koalisyona Ereban a ji 547 hezar leşker, 2 hezar û  500 tang û 957 balafiran şer kir.    GELEK ŞERÊN CÎHANÊ KÊMÎ 30 ROJAN BERDEWAM KIR   Li Bangladeşê di sala 1971'an de şerê Hindistan-Pakistanê 13 rojan berdewam kir. Bulgar û Sırpan di sala 1885'an de 14 rojan şer kir. Di navbera Çîn û Vietnamê yê sala 1979'an de 27 rojan şer berdewam kir. Şerê di navbera OSmanî û Yûnanan ê sala 1897'an de jî 30 rojan berdewam kir.