Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin 2018-02-28 15:28:35 DENÎZLÎ – Li Denîzliyê Ferruh Alan (53) ê mamostetiya polê dikir bi hinceta tacîzî 9 xwendekarên keç kir hat girtin.  Hin malbatên ku zarokên wan li Dibistana Seretayî ya Adil Demîren-Mustafa Musaoglu dixwînin, bi îdiaya mamosteyê polê Ferruh Alan (53) zarokên wan tacîz kiriye, ji rêveberiya dibistanê re giliyê wî kirin. Li ser gilîkirinê dibistanê bûyerê ji Midûriyeta Polîsan a Bajêr û Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr re ragihand. Li ser vê yekê polîs çûn dibistanê û Alan binçav kir.    Di çarçoveya lêpirsîna dest pê kirin de li gel pedagog û derûnasan îfadeyên 9 xwendekarên keç hat girtin.    Piştî xwendekaran diyar kir ku Alan tacizî wan kiriye, îfadeyên Alan hat girtin. Alan xwe parast û got ku wî bi mebesta ka pereyên xwendekara hene an nînin ser wan kontrol kiriye. Alan sûcdariyê li ser xwe qebûl nekir. Alan ê îfade da dagehê hat girtin.