'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e' 2018-02-28 14:15:44 RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, betalkirina parlamenteriya Ahmet Yildirim û Îbrahim Ayhan şermezar kir û diyar kir ku ev yek bêhurmetiya li dijî vîna gel e.  Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, têkildarî betalkirina parlamenteriya Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Parlamenterê Rihayê Îbrahim Ayhan li avahiya HDP'ê ya Rihayê civîna dan çapemeniyê pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan û rêveberên HDP'ê tev li civînê bûn. Di civînê de Dîlek Ocalan betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan şermezar kir û diyar kir ku tu aliyê vê yekê yê zagonî tune ye. Ocalan, diyar kir ku ev biryar li dijî vîna gel bê hurmetî ye u wekî “darbeya sivîl” pênase kir.    Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surcu jî betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan şermezar kir û wiha got: "Niha 9 wekilên me hêj girtî ne. AKP-MHP bi hevre li dij3i partiya me dest bi darbeya siyasî kirine. Ev biryar ji aliyê gel ve nayê qebûl kirin û darbeya li dijî vîna gel e. Bi hinceta wêneyê ciwanekî li dijî DAIŞ'ê şer kiriye parve kiriye rastî ceza hatiye û ev yek kirne sedema xistina Ayhan. Bi betalkirina parlamenteriyê vîna gel tune dihesibinin. Têkiliya gel û meclîsê ji hev hatiye qutkirin. Lê bila hişmendiya faşîzmê zanibe ku dê tu carî nikaribe têkiliya nava gel û wekîlan qut bikin. Yildirim û Ayhan heta ebedî wekilên gel in."