HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî 2018-02-28 13:28:46 ÎDIR - Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Adiyaman, bi pirsnameyekê bûyera revandina Endamê Meclisa HDP'ê û Endamê Meclîsa Şaredariya Idirê bir rojeva meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.  Li Îdirê 3 roj berê Endamê Meclîsa HDP’ê Suleyman Oztoprak û Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Mehmet Kitir dema diçûn malê ji aliyê hin kesan ve hatin revandin. Van kesan rûpoş xist serê Oztoprak û Kitir û destê wan kelepçekirin. Piştî 4 saetan di bin çavan de man hatin berdan. Piştî bûyerê Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Adiyaman, bi pirsnameyekê bûyera revandina Endamê Meclisa HDP'ê û Endamê Meclîsa Şaredariya Idirê bir rojeva meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.    Adiyaman diyar kir ku di serdema OHAL'ê de ketin û derketina bajar di bin kontrolê de ye û li her kuçeyekî polîs hene û her der tê şopandin. Adiyaman anî ziman ku ev revandina dişibe tarza JÎTEM’ê pir wan dixe nava fikaran û wiha got: "Ev kesên ku xwe wekî polîs û cendirmeyan dan xuyakirin, li  Bajarê biçûk ê Îdirê bi 3 maşîneyan bi awayekî li dijî hiqûqê û çeteyî 2 kes revandin. Adiyaman ev pirs ji Wezîr Soylu pirsîn: "Kê Mehmet Kitir û Oztoprak  revandine? Der bare kesên revandin û işkence kirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na? Lêpirsîn di çi astê de ye? Di ser bûyera ku li Îdirê bi MOMESE tê şopandin re 3 roj derbas bûn. Heta niha rastî kijan belge û dîmenan hatiye û çi encam hatiye bi destxistin. Kesên ku ev bûyer pêk anîne tu têkiliya wan bi saziyên dewletê re hene? Der barê vê revandinê de dê cemawerî bê agahdarkirin ya na?."