Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn 2018-02-28 12:22:55 ENQERE – Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dilşat Aktaş û endamên Malên Gel ên 22'ê Sibatê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin. Di bin çavan de pirsa "Hûn çima li cem TTB'ê cih digirin?" ji Dilşat Aktaş pirsîn.  Li Enqere di 22'ê Sibatê de polîsan bi ser navnîşanên endam û rêveberên Malên Gel de girtibûn. Polisan di serdegirtina Malên Gel de Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş jî di navde 11 endam û rêveber binçavkiribûn. Aktaş û kesên tevî wê hatin binçavkirin îro sewqî edliyê kirin.    Hat diyar kirin ku li ser îxbarê bi ser malên endam û rêveberên Malên Gel de girtine. Polîsan li midûriyetê ji Aktaş pirsa we çima piştgirî daye Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) pirsîn. Xebatên TTB'ê û piştgirî wekî sûc dît.    Hat zanîn ku polîsan bi sedema di 2'ê Sibatê de îxbar hatiye kirin di 22'ê Sibatê de bi ser malan de girtine û endam û rêveberên Malên Gel binçav kirine.    Polîsan piştgiriya TTB'ê wekî piştgiriya terorê bi nav kir. Ji ber piştgirî dan daxuyaniya TTB'ê ya nivîskî ya li dijî şerê li ser Efrînê wekî sûc pênase kirin. Disa dijberiya şer û dijberiya kuştinê wekî sûc pênase kirin. Parvekirinên Aktaş ên di medya civakî de yên "Em li cem Selma Gungor, Hande Arpat... ên bi salan xizmeta tenduristiyê û mafê jinê didin in." û "Wîcdan li dijî zordariyê li ber xwe dide. TTB wîcdanê gel e. Em dê dest ji têkoşîna dijî mirinê jiyanê, li dijî şer aştiyê bernedin" wekî sûc dît.    Di bin çavan de pirsên "We bang li gel kir ku dakevin kolanan li vir armanca we çiye?    Endamên Malên Gel kahwe bi kahwe geriyan û li ser medya civakî mirov li dijî Komara Tirkiye sor kirine li vir armanca we çiye?    TTB, li dijî operasyona TSK'ê ya li ser Efrînê ku Dewleta Komara Tirkiye biçûk dixe daxuyani da. We jî piştgirî da li vir armanca we çiye?    We Serokomarê Dewleta Komara Tirkiye Birêz Serokomar wekî dîktator nîşan daye. Gel li kîn û nifrînê sor kiriye. Li vir armanca we çiye?    Bi daxuyaniyê we propaganda rêxistinê kiriye. Armanca we çiye?    We ev daxuyanî bi fermana kê kirin? Hûn di nava rêxistina terorê re bi kê re di nava parvekirin3e de ne?    Hûn wekî Hevseroka Malên Gel hûn fermanê didin kê û çi fermanê didin?