Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye 2018-02-28 09:42:13 STENBOL - Misilmanên Antîkapitalîst, diyar kirin ku modela jiyana hevpar ku gelan li Efrînê ava kir, dişibe Hevpeymana Medîneyê û gotin: “Tirkiye vê modelê hedef digire.” Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 40’emîn de berdewam dikin. Bertekên li dijî êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO mezin dibin û raya giştî nerazîbûnên xwe nîşan didin. AKP û MHP olê dikin amûrê siyasetê û bi vî awayî hewl didin êrîşên xwe yên li ser Efrînê rewa nîşan bidin. Misilmanên Antîkapîtalîst Muarrem Şaşakin û Dogan Ozkan bertekên xwe nîşan dan û li dijî êrîşên li ser Efrînê derketin.    Muarrem Şaşkin, diyar kir ku şer xizantî ye, zilm e û cîna ye. Şaşkin bal kişand ser yekîtiya gelên Efrînê û wiha axivî: “Bi êrîşên Efrînê re dixwazin tovê dijminantiya bi sedsalan di navbara gelan de bê reşandin û çînin. Berî her tiştî ev êrîş mirovan, jiyan û jiyana gelen tehdît dike. Di bin sedemên şeran de, hêrsa desthilatdariyê, berhemên bin erd û ser erd ku bên destxistin hene. Tê qebûl kirin ku mirov li dijî şeran xwe biparêzin. Lê bi her awayî divê cardin alî rûnin, bi axivin û ji bo aştiyê rû bi rû li hev rûnên."   'EFRÎN A KESÊN LI WÊ DERÊ DIJÎN’    Şaşkin, anî ziman ku Efrîn aîdî kesên ku li Efrînê dijîn bi xwe te û wiha got: “Efrînê heya îro çawan bi awayekî bi hev re di nava hizûrê de dikaribû bijî, ji vir û şûn de jî dê karibe wisa bijî. Navê ola me Îslam e. Îslam tenê ne navek e, ne navê baweriyekê bi tenê ye. Di heman demê de tiştekî gelemperî ye. Îslam di aliyeke din de jî xwe teslîmkirin e. Xweteslîma ji bo aştî û edaletê ye. Ola me, mirovahiya me û bîranîna me ye. Nan û ava me ye. A giring ew e ku em li ser heman axê bi awayekî azad bijîn.”   Şaşkin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şerê li Efrînê wê bi salan bandorê  li ser gelên cîhan û  Rojhilata Navîn bike. Ji bo desthilatdarî xwe ji zilma kirî, dizîtiya kirî  û derewên kirî xelas bike vî şerê dike.”   'LI EFRÎNÊ MODELA NETEWA DEMOKRATÎK HEDEF GIRTINE’   Yek ji Misilmanên Antîkapitalîst Dogan Ozkan jî, diyar kir ku modela neteweya demokratîk a li Efrîn û Rojava dişibe “Hevpeymana Medîneyê.” Ozkan, anî ziman ku di êrîşên li ser Efrîn de modernîteya demokratîk hedef hatiye girtin û wiha axivî: “Gelên Efrînê ji bo hebûna xwe berdewam bikin, rêxistinbûna xwe pêş xistin û qedara xwe bi destên xwe diyar kirin. Dewleta Tirkiyeyê ev model dît û êrîşî Efrînê kir. Lê ev êrîş bi tu awayî dê nikaribe pêşiya berxwedana Efrînê bigire.”   ‘OPERASYONA XWÎN RIJANDINÊ YE’   Ozkan, da zanîn ku ol li dijî xwîn rijandinê ye û wiha got: “Ol tenê aştî û hizûrê diparêze. Operasyona ‘Çiqlê Zeytûnê’ ya Tirkiyeyê ku li dijî Efrînê daye destpêkirin, ne operasyona aştiyê ye, operasyona xwîn rijandin û fesadiyê ye. Ev êrîşên Tirkiyeyê qethiyen ne rast in. Divê demildest ev êrîş bi dawî bibin. Cardin desthilatdarî Sûreya Fatîheyê dike amûrê êrîşên li ser Efrînê. Ev sûre di dema Aştiya Hudeybiyeyê de hat ji pêxemberê me re.  Armanca Sûreya Fatîheyê ne xwînrijandin û fesadîkirin e. Lê Tirkiyeyê li Efrînê van hemûyan dike û fesadiyê derdixe holê.”   'Ê KU MIROVEKÎ BIKUJE, HEMÛ MIROVAN JÎ DIKUJE'   Ozkan, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Li gorî Îslamiyetê, her civaka ku zirarê ne de derdora xwe, dikare jiyana xwe bidomîne. Gelek çawa dijî bila bijî, divê zirarê nedin hev û kes nikare ola xwe fêrî yên din bike. Ji ber ku ol armanc dike ku hemû mirov di nava kêfxweşiyê de bi hev re bijîn.  Di ol de hemû cûdakarî ji holê rabin. Lê di roja îro de ol ji cewherê wê hatiye derxistin. Sûreya Fatîhê jî ji cewherê wê derxistine. Ev mînaka herî berbiçav e. Ez bang li herkesî dikim ku aliyê aştiyê bin û li dijî kuştin, xwîn û fesadiyê derbikevin.”   MA / Bîlal Seçkîn