Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye 2018-02-28 09:26:43 DÎLOK – Zelîha Ozberk, dayika Salih Ozberk ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de, diyar kir ku kurê wê nexweş e, nayê tedawîkirin û got: "Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye."  Zelîha Ozberk, dayika Salih Ozberk ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de, destnîşan kir ku kurê wê û girtiyên din tên îşkencekirin. Ozberk, diyar kir ku kurê wê nexweş e, nexweşîna Hepatît B (zerikê) lê peyda bûye û divê bi awayekî rêkûpêk bê tedawîkirin, lê belê nayê tedawîkirin. Ozberk bi lêv kir ku her diçe rewşa kurê wê xerabtir dibe û got: "Ji ber li kurê xwe difikirim, bi şev xew nakeve çavên min."    ‘LI HUNDUR GIRTÎ, LI DERVE MALBAT TÊN ÎŞKENCEKIRIN'    Ozberk, diyar kir ku 3 salin kurê wê di beşa T2 a Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de ye. Ozberk got rêveberiya girtîgehê gelek caran bi awayekî kêfî hevdîtinên wan betalkirine. Ozberk diyar kir ku kurê wê û girtiyên din tên îşkencekirin û domand: "Kurê min û hevalên wî birçî tên hiştin. Her roj sixêfan ji wan re dibêjin, heqaret li wan tên kirin. Rêveberiya girtîgehê hevdîtinan zehmet dike. Tehamulî dîtina me ya ji bo zarokên me nakin. Serê sibehê bi awayekî kêfî jimariya li ser piyan li wan tê ferzkirin. Ji ber kurê min û hevalên wî vê ferzkirinê qebûl nakin tên îşkencekirin."    Ozberk, bi lêv kir ku heta kurê wê nehatibû girtin jî rewşa tenduristiya wî baş bû, lê belê piştî ket girtîgehê gelek nexweşîn lê peyda bûn. Ozberk diyar kir ku niha tenduristiya wî nebaş e û got: "Gele nexweşîn lê peyda bûne, lê dîsa jî wî naşînin ser bijîşk. Dema kurê xwe wisa dibînim nebaş dibim. Dema em diçin girtîgehê tiştek namîne gardiyan li me nakin. Ger ji destên wan bê, wê çavên me derxînin. Bi awayekî zêde çewisandin hene. Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye. Em malbat van kirinan qebûl nakin. Belesebeb wisa dikin."   Em bi telefonê li îdareya girtîgehê geriyan, lê belê îdareyê diyar kir ku ew nikarin tiştekî bêjin.