Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin 2018-02-28 09:26:02 AMED - Li Amedê, welatiyê bi navê Ahmet Onder ji ber leşkerî nekiriye, li gor qanûneke ku di sala 1994'an de di meriyetê de bû ji welatîniyê hat avêtin. Ji ber vê rewşê Onder serî li gelek saziyan da, lê belê bi salan e nikare tu kirariyeke fermî bike û li derekê bixebite.  Li Amedê, welatiyê bi navê Ahmet Onder bi hinceta leşkerî nekiriye ji welatîniyê hat avêtin. Onder ku 52 sal in li Amedê dijî, gelek caran ketiye girtîgehê. Lê belê dema di sala 2012'an de ji girtîgehê derket bi tiştekî ecêbmayî re rû bi rû ma. Dema ji bo ew û hevjîna xwe dev ji hev berdin serî li dadgehê dide, hîn dibe ku ji welatîniyê hatiye avêtin. Li ser vê Onder serî li gelek cihan dide, lê belê hîn dibe ku di sala 1994'an de dema di girtîgehê de bûye ji welatîniyê hatiye avêtin.    Onder diyar kir ku ji ber wî leşkerî nekiriye, ji welatîniyê hatiye avêtin. Onder got li ser vê wî serî li Emniyeta Amedê daye û ji emniyetê xwestiye ku kaxezeke ku tu têkiliya wî bi welatekî din re tune ye bidin wî. Lê belê emniyetê di bersiva xwe de diyar kir ku di lêpirsîna Pol-Net'ê de qeyda têketin-derketina Onder tune ye û li ser tu navnîşanê jî ne qeyd kiriye. Li ser vê Onder serî li Walîtiya Amedê da û walîtiyê "Belgeya Bêwelatîniyê" da wî.    NIKARE TU TIŞTÎ BIKE   Onder, anî ziman ku kurekî wî li Erzînganê zanîngehê dixwîne û got: "Di sala 2012'an de ji girtîgehê derketim û ji wê rojê ve nikarim bixebitim. Ji ber nasnameya min tune ye ne dikarim biçim nexweşxaneyê ne jî karekî fermî bikim. Êdî nikarim debara zarokên xwe bikim. Kesên heta niha ji bo leşkeriyê li min negeriyane, ji ber min leşkerî nekiriye min ji welatîniyê avêtine. Mexdûr im."    Huqûqnas qanûna ku di sala 1994'an de di meriyetê de bû bi awayekî cuda şîrove dikin. Hin huqûqnas dibêjin ji bo betalkirina kirariya îdarî divê Onder dozê vebike û hin huqûqnas jî dibêjin ji ber di ser kirariya îdarî re dem derbas bûye, doza betalkirina kirariya îdarî nayê vekirin. Lê belê Onderê mexdûr, dixwaze çareyek ji vê rewşê re bê dîtin.