ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-28 09:00:08 *Li navçeya Cilawûzê, gundiyên ku tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber bihabûna fiyetên êman, şîrê ku dê havînê bi dest wan bikeve, zivistanê bi awayekî pêşin difiroşin. Gundî şîr di biniya bihayê heyî re difiroşin û sûdê ji fiyetên Konseya Şîr a Navnetewî nagirin.  *8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li nûçegihanê DÎHA'yê Mûhammet Dogrû hatibû birîn. Dogrû cezayê lê hatiye birîn nirxand û got: "Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin û rastiyê ragihînin gel."    *Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, got astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û rêvekirina li ber mirina wan, tê wateya darvekirinê. Bîlîcî, destnîşan kir ku Wezareta Dadê ji darbestên ku ji girtîgehan derdikevin berpirsiyar e.    *Li Amedê, welatiyê bi navê Ahmet Onder ji ber leşkerî nekiriye, li gor qanûneke ku di sala 1994'an de di meriyetê de bû ji welatîniyê hat avêtin. Ji ber vê rewşê Onder serî li gelek saziyan da, lê belê bi salan e nikare tu kirariyeke fermî bike û li derekê bixebite.    * Serokê Baroya Edeneyê Prz. Velî Kuçuk ê ji nêzîk ve doza facîaya Yurda Xwendekaran a Aladagê dişopîne, diyar kir ku heta edalet cihê xwe nebîne agirê Aladagê venamire. Bav Ahmet Yetim ê zaroka wî şewitî jî got: “Min baweriya xwe bi edalet û dewletê anî. Lê xuya ye ku yên sûcdar em in."    *Zelîha Ozberk, dayika Salih Ozberk ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de, diyar kir ku kurê wê nexweş e, nayê tedawîkirin û got: "Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye."    *Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê got: "Em ê di rêça ku Pakîzeyan vekir de têkoşînê berdewam bikin."    *Li Girtîgeha Xarpêtê ku girtî tên îşkencekirin, her diçe êrîş û muamaleyên xirab zêdetir dibin. Yek ji xizmên girtiyan Şiyar Demîr, got kesên li girtîgehê êrîşî girtiyan dikin "dijminên sondxwarî" ne.    *Parêzer Mahmut Taşçi yê gelek caran bi Ocalan re hevdîtin çê kir diyar kir ku tecrîd ne çareserî ye û got: “Ramanên Ocalan ji bo hemû gelan in. Heke îro Efrîn li gel hemû tiştan li ber xwe dide, ev ji ber îlhama perspektîfên Ocalan e.”    *Misilmanên Antîkapitalîst, diyar kirin ku modela jiyana hevpar ku gelan li Efrînê ava kir, dişibe Hevpeymana Medîneyê û gotin: “Tirkiye vê modelê hedef digire.”   *Ahmet Alcan bi boneya neçe operasyona Efrînê berî niha bi 3 rojan li Silopiyayê ji yekîneya xwe firar kir. Alcan diyar kir ku gelek hevalên wî bi darê zorê şandine Efrînê û bang li her kesî kir ku ji bo xwedî derketinê dengê wîjdanê xwe, ji bo aştiyê dev ji çekan berdin.    *Rayedarên Girtîgeha Tokatê, pirtîka Dag Kokusu a nivîskar-şaîr Seyît Oktay ê 24 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “Propagandeya rêxistinê dike” nadin wî.    * Platforma Şaxan a KESK'a Îzmirê dê di hefteya 52'an de li 2'emîn Şaxa Egîtim Sen'ê ya Îzmirê çalakiya li dijî OHAL'ê berdewam bike (18.00)