HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye 2018-02-27 17:40:04   ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, xistina parlamenteriya Parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan rexne kir û got: "Ev meclîs êdi tenê karê noterê dike. Ji bilî karê noterê tu fonksiyona wê nemaye."    Piştî cezayê hepsê li Parlamenterên HDP'ê Îbrahim Ayhan û Ahmet Yildirim hat birîn û cezayê wan teqez bû wekîltiya wan hat xistin. Piştî Parlamenterên HDP'ê Lijneya Giştî ya Meclîsê terk kirin Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî  Lijneya Meclîsê da.    Kerestecioglu, wiha got: "Ev darbeya li diji vîna gel e. Hevalê me Ahmet Yildirim, ji ber gotinekê wekîltiya wî tê xistin. Ji ber gotina Xirbendê Paşaye Qesrê wekîltiya parlamenterekî tê xistin. Ger ku ji ber vê peyvê wekîltiya kesekî bê xistin ev nîşan dide ku çiqas aciz in. Îro ev ji 28'ê Sibatê ne cudatir e. Ev darbeya sivîl e. Vîna gel ne naskirin e. Dixwazin têkila wan li meclîsê qut bikin. Lê dê tu carî têkilia wan bi gel re qut nebe.    Hevalê me Îbrahim Ayhan ji ber wêneyê kesê bi DAIŞ'ê re têkoşiya ye di meyda civakî de parve kiriye ceza lê hatiye birîn. Ev şerma darazê ye. êdî tu cudahiya meclîsê û noterê ji hev nemaye. Meclîs bûye noter û karê noterê dike."