Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin 2018-02-27 15:50:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê yê berê Salih Muslim  yê 2 roj berê li paytextê Çekya Pragê hat binçavkirin û îro hat berdan, daxuyanî da û got: "Em ji bo Efrînê li Ewropa zêde hevdîtinan dikin. Xwestin me bêdeng bikin. Lê bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Dê nikaribin kurdan bêdeng bikin. Hevserokê Giştî yê PYD'ê yê berê û Berdevkê TEV-DEM'ê yê Têkiliyên Derve Salih Muslim ku 2 roj berê li paytext Prag ê Komara Çekya hat binçavkirin îro sewqî dadgehê kirin. Muslim, piştî sewqî Dadgeha Bajar a Pragê kirin hat berdan. Muslim piştî hat berdan bi telefonê tev li Medya Haberê bû û agahî dan.    EZ WELATIYÊ WELATEKÎ DIN IM   Muslim, anî ziman ku Tirkiye berê jî der barê wî de biryara girtinê dabûn û wiha got: "Bi riya darazê der barê min de biryara girtinê dan. Em derdxistin darazê. Tiştekî wisa nabe. Ez welatiyê welatekî din im. Dadgehê jî li gorî vê yekê biryar da û ez serbest berdam.    BI SER NEKETIN   Muslim, anî ziman ku dema ew hat binçavkirin, çalakî zêde bûn û spasiya xwe anî ziman û wiha got: "Em tev yek in. Em ji bo Efrinê li Welaten Ewropa zêde hevditinan dikin. Ji ber vê yekê dixwazin me bêdeng bikin. Lê bi ser neketin. Hiqûqa Ewropa heye. Rêgezên wê hene. Her kes de di fermana Tirkiye de ye. Dê nikaribin gele kurd bêdeng bikin.