Besîme Konca hat berdan 2018-02-27 15:15:09 ÊLIH – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca a duh li Êlihê hat binçavkirin, piştî karê îfadeyê hat berdan.  Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca ya duh dixwest ji Balafirgeha Êlihê biçe Enqereyê hatibû binçavkirin. Konca îro derxistin Edliya Êlihê. Konca li ser daxwaza Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbolê bi îdiaya “Gel tahrîkî kîn û dijminê kiriye” û li ser daxwaza Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Konca bi riya SEGBÎS’ê îfade da. Konca piştî îfade da hat berdan.