Salîh Muslim hat berdan 2018-02-27 14:08:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê PYD'e yê berê Salîh Muslim, ku du roj berê hat binçavkirin îro sewqî dadgeha Bajar a Pragê kirin û serbest hat berdan.  Hevserokê Giştî yê PYD'ê yê berê Salih Muslim ku 2 roj berê li paytext Prag ê Komara Çekya hat binçavkirin îro sewqî dadgehê kirin. Muslim, piştî sewqî Dadgeha Bajar a Pragê kirin hat berdan. Danişina Muslim li gorî saeta Tirkiye di 13.00'an de dest pê kir. Beriya dadgeh dest pê bike polîsan li der û dora avahiya dadê tedbîrên gelek mezin stendin.    Tevî hemû tedbîran li ber avahiya dadgehê û gelek Balyozxaneyên Welatên Ewropa çalakî hatin lidarxistin û binçavkirina Muslim şermezar kirin. Bi hezaran kesên tev li çalakiyan bûn xwestin Muslim bê berdan. Piştî danişînê dest pê kir xebatkarên çapemeniyê nexistin salonê. Maslim û bi kelepçe xistin salonê piştî çend deqîqe şûnde serbest hat berdan.