Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye 2018-02-27 13:57:47 ENQERE - Sazumankara AKP'ê Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku yek ji faîlê 28'ê Sibatê Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî yê bi AKP'ê re îtîfaq çêkiriye û wiha got: “Yê sucdar Bahçelî ye, lê yên tên darizandin kesên cuda ne."  Li navçeay Sincanê ya Enqereyê di 4'ê Sibata 1997'an de tang meşiyan. Di 28'ê Sibata 1997'an de jî Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) biryar stendin. Bi vê biryarê mudaxaleyî siyasetê kirin. Li Tirkiye 4’emîn mudaxaleya leşkerî ya li siyasetê hat kirin bû. Ev zextên ku leşkeriyê li ser siyasetê pêş xist û bi daxuyaniyên ku bi riya medya bi raya giştî re parvekirin, siyaseta Tirkiye tev li hev kir û wekî “darbeya nûjen a post" (post modern darbe)” hat bi navkirin.    Sazumankara AKP'ê ya Berê Fatma Bostan Unsal, Têkildarî 21'emîn salvegera darbeya post modern û rewşa îro de ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Bostan, ku yek ji mexdûrê sergirtinê ye, diyar kir ku darbeya 28'ê Sibatê tenê bi wê rojê ne bi sînor e û wiha got: "Îro em dibinin ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêken kurd zêde bûne. Hemû maf û azadi hatin sînorkirin. Ji ber sergirtinê ez nexistim ezmûna doktora."    Bostan, bal kişand ser bandora darbeyê ya li ser jinan û mexdûriyetê û wiha got: "Ez wê demê ji ber sergirtina xwe nekaribûm têkevim ezmûnê. Ji ber serê min girtî bû ez nexistim ezmûna doktora. Gelek hevalên me yên Platforma Jinan a Başkentê ji ber vê pêvajoyê ji karên xwe hatin dûrxistin. Vê pêvajoyê gelek kes ji kûr ve birîn kirin. Ew ji azadî û mafê wan ê bingehîn dûr xist.    ‘EM LI DIJÎ QEDEXAYA SERGIRTINE TÊKOŞIYAN'    Bostan, anî ziman ku weki jinan li dijî sergirtinê jî têkoşiyan û wiha got: “Ji ber sergirtinê jin ji kar hatin avêtin. Ji bo em tekoşinê pêş bixin me Koma Jinan a Personelên Cemaweriyê ava kir. Jin çûn partiyên siyasî û xwestin partiyên siyasî têkevin nava tevgerê. Dîsa ji bo piştevaniyê têkoşîna hiqûqî jî pêş xistin. Ez bûm şahidê vê pêvajoyê û min piştgirî da têkoşînkê. Piştî wekiltiya Merve Kavakçi hat xistin, me wekî Platforma Jinan a Başkentê Merve Kavakçi weki dayika salê qebûl kir."    ’DI 28'E SIBATÊ DE DEWLETÊ DEQ DIKIR Û NIHA DÎSA DEQ DIKE   Bostan, anî ziman ku wê demê dîsa bi destê dewletê mirov dihatin deqkirin û niha dîsa tên deqkirin û wiha got: "Wê demê xwendekarên zanîngehên îlahiyetê rastî astengiyan dihatin. Ev neheqiyek mezin bû. Îro jî dîsa neheqî tên kirin. Dema malbat zarokên xwe dişînin kursan nikarin ji saziyên cewaweriyê sûdî bigirin. Di serdema 28'ê Sibatê de pirsa "Zarokê we li kijan dibistanê dixwînin û diçin kijan dibistanê dipirsîn. Niha jî dewlet welatiyan tehdît dike. Dewlet ne demokratîk e. Niha jî pêvajo dişibe serdema 28'ê Sibatê. Wê demê neheqî dihatin kirin û çav ji van nehehiyan re dihatin girtin. Medya rolek mezin dilîst.    Wê demê Rojnameya Hurriyetê ji bo 411 wekîlên ku destê xwe bilind kirin got: 411 destan ji bo kaosê destê xwe bilind kir. Binerin wê demê politîkayek çawa hebû. Wê demê zimanê polîtîkaya ku biyanî dikir û marjinal dikir hebû niha jî heman ziman heye. Ger ku îro çapemeniyê rexnedayîna xwe dabûya îro heman neheqî dubare nebidibûn.    FAÎLÊ 28'Ê SIBATÊ MHP YE     Bostan, bal kişand ser rola MHP'ê ya li ser darbeya 28'ê Sibatê û wiha got: "MHP ku îro bi AKP'ê re bûye îttifaq, para sucdar e. Seroke MHP'ê Devlet Bahçelî ku sucdar e îro bi AKP'ê re îtîfaq ava kiriye. Zext û zordariyên wê demê li ser kesên muxalif hatin kirin îro jî bi rê û rêbazên din berdewam dike. Neheqî îro jî berdewam dikin. Bê hiqûqiya 28'ê Sibatê îro jî berdewam dike. Divê beri her tiştî em edaletê ji bo xwe bikin pîvan. Li kê neheqî bê kirin divê em li dijî neheqiyê derkevin."   MA / Diren Yurtsever