Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe 2018-02-27 13:17:00 EFRÎN - Xwendekarê Lîsê Elî Osman ê li Helebê di bombebara OSO’yan de du lingên wî jê bûn, li Efrînê di rêza herî pêş a meş û mîtîngan de cih digire. Osman banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Tenê dixwazim zarok neyên kuştin.” Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevakarên wê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ên li ser Kantona Efrînê ketin merheleyek cûda. 39 rojin êrîşên li ser binecihên sivîlan, xweza û dîroka Efrînê berdewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demoktîk (QSD) bi gelên Efrînê re berxwedana nîşan didin hişt ku li Rojhilata Navîn deriyên dengeyên nû vebe. Ji 7 salî heya 70’î salî mirov bi ruhê seferberiyê li herêm û qada navneteweyî beşdarî berxwedana li Efrînê  dibin.       ŞAHIDÊ ŞERÊ SÛRIYEYÊ    Elî Osman ê 16 salî yek jî wan kesana ku  bi ruhê seferberîyê ketiye nava tevgerê. Osman, li Helebê hatiye dine û bûye şahidê hemû şerê bi êş ê Sûriyeyê. Osman di êrîşa komên OSO yên li ser Taxa Şêxmeqsud a Helebê de du lingên xwe winda dike. Osman li nexweşxaneya Taxa Şêxmeqsûd hat dermankirin û di haman êrîşê de bavê xwe winda dike. Osman xwendekarekê Lîseyê. Osman piştî du lingên xwe winda dike, êdî jiyana xwe di sandelyeya  bi tekel de berdewam dike.    JI HELEBÊ BER BI EFRÎNÊS    Malbat Osman di sala 2016’an de berê xwe didin Efrînê û li vir bicih dibin. Birayê Osaman tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye û li dijî êrîşan TSK û komên hevkarên wê OSO li ber xwe dide. Osman ku berî şer dest bi xwendina Lîseyê dike, piştî êrîşên navberê didin dibistanan. Elî û bi hezaran hevalên xwe niha rojên bi tevger derbas dikin. Osman jî mîna zarokên din li kolan, cade û taxan li dijî êrîşên li ser Efrîn bi gel re li ber xwe didin û bi rojane li ser piyane. Osman, bi aktîk beşdarî hemû çalakî, meş û mîtîngan dibe. Osman di rêzên herî pêş ên meşan de cih digire û qetilkirina zarokên li Efrînê şermezar dike.    TENÊ DIXWAZE ZAROK NEYÊN KUŞTIN   Osman, naxwaze wê roja ku lingên xwe winda kirin bîne bîra û kurt kurt bersiva pirsên ji wî hatin dan. Osman, diyar kir ku OSO’yan lingên wî ji wî standin û wiha axivî: “Niha jî dixwaze min bigire. Li Helebê êrîşî mala me kirin û du lingên min jê bûn. Li wir gelek jin û zarok hatin kuştin. Ji ber êrîşan em reviyan û hatin Efrînê. Lê dixwazim me li vê derê jî tune bikin. OSO dixwaze axa me dagir bike. Vaye em li virin. Em dev ji axa xwe berndin. Tenê dixwazim zarok neyên kuştin.”   MA / Nazim Daştan