Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje 2018-02-27 09:09:45 STENBOL - Cengîz Zaza Akbaba hefteyê carekî Mirazê piçûk ji girtîgehê li gel dayika wî digire, rojekê li gel xwe dihêle û careke din dibe girtîgehê. Akbaba da zanîn tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje. Mirazê 19 mehî di 19'ê Sibata 2017'an de bi dayika xwe Gulîstan Dîken Akbaba re hat girtin û li girtîgehê mezin dibe. Mirazê piçûk li girtîgehê bi çalepîka çû, peyvên xwe yên destpêkê jî li vir got. Bav Cengîz Zaza Akbaba di hefteyê de rojekê Miraz ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê digire, rojekê li gel xwe disekinîne û rojtira din dîsa dibe girtîgehê.   BI PIRSGIRÊKAN MEZIN DIBE   Akbaba destnîşan kir ku di navbera her du cîhanên cuda de, Miraz derve wekî mala bavê xwe, hundur jî wekî mala dayika xwe dibîne û ev tişt got,: "Miraz hêj 6 mehî bû, ket girtîgehê û niha 19 mehî ye. Dema mezin dibe pirsgirêk jî pêre mezin dibe."   ‘LI DERVE EM, LI HUNDUR DAYIKA WÎ BÎRÊ DIKE’   Akbaba da zanîn ku dema dawiya hefteyê Miraz li girtîgehê digire, bi şev li dayika xwe digere û gelekê digirî û ev tişt got: "Li hundur jî her dem li me digere, dibêje ku 'bavo were'. Dema ez diçim digirim dixwaze bi dayika xwe re were, destê wê bernade."   ‘TIŞTÊN LI DERVE HÎN DIBE, LI HUNDUR DIBÊJE’   Akbaba anî ziman dema Miraz mezin dibe, zehmetiyan dikişîne û ew jî zehmetiyan dikişînin û wiha pê de çû: "Miraz hêj nikare xwe bîne ziman. Ruxmê vê dema serê hefteyê ez wî dibin girtîgehê, naxwaze biçe hundur. Mirov nizane zarok çi jî dixwaze. Her roj hineke din der û dorê xwe fêm dike. Ji ber wê em di diyalogê de zehmetiyan dikişînin."   DAYIK BÊ ÇARE YE   Akbaba, got ku Miraz li derve kartol xwariye û wiha got: "Dema çûye girtîgehê kartolê qelandî xwestiye. Lê tune. Gulîstanê got ku 'Hînê tiştê wiha neke, piştre dixwaze dema tune be xemgîn dibe.' Me ferq nekir, li malê çi hebû me ew dayê. Me bizanibû dê bixwaze. Li vir dayik bê çare dimîne."   ‘LI KOXÛŞÊ STRAN GOTIYE’   Akbaba derbirî ku dayik Gulîstan bi Miraz re pêvajoyeke zehmet derbas dike û wiha dirêrî da axaftina xwe: "Girtiyek di wan şertan de zemhet li zarok mêze ke. Gulîstan ji ber ku bi Miraz re eleqedar bûye, gelekî jar bûye. Gelekî bê xew dimîne. Vê pêvajoyê bi alîkariya hevrêyên xwe derbas dike. Miraz di koxûşan de dileyze, bi wan re stranan dibêje, govendê digerîne. Bi alîkariya jinên girtî gelek pirsgirêk çareser bûne."