'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe' 2018-02-27 09:06:51 STENBOL – Hevalên tekoşînê yên Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, girtina wî şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Hevalê Can Yunus Bîrcan, girtina Can rexne kir û wiha got: "Can, çawa di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe û dê bêdeng nebe."  Di operasyona li dijî endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon pêk hat. Di operasyonê de nêzî 30 kesan hatibûn binçavkirin û jê 18 kes hatibûn girtin. Di nava kesên hatin girtin de Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî hebû. Can bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Hevalên Can, bertek nîşanî girtina Can dan û xwest bê berdan.    CAN FÎRAR KIR   Celaletîn Can ku di sala 1954’an de li Dersimê ji dayik bû, demekê di nava DEV-GENÇ'ê de cih girt û serokatiya wê kir. Piştî DEV-GENÇ bû du perçe, di nava Devrîmcî Solê de cih girt. Ji bo li bajarê kurdan rêxistinkirinê bike, di sala 1977'an de ji Stenbolê derbasî bajarê kurdan bû. Di Sibata 1981'an de li Meletiyê hat girtin. Can, di 12'ê Hezîrana 1981'an de şandin Girtîgeha Xerpêtê. Piştî di 5'ê Çileya 1983'an de fîrar kir dîsa li Stenbolê hat girtin.    DI GIRTÎGEHÊ DE    Can ku li girtîgehên Selimiye, Sultanahmet û Sagmalcilar Can girtî ma, di sala 1987'an de şandin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê. Can ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek tîp li ber xwe da, cilên yek tîp qebûl nekir. Can, ani ziman ku piştî berxwedanê gelek bedel dan, lê dîsa cilên yek tîp li xwe nekirin û ev pergal ji holê rakirin.    DI LÎSTEYA MIROVÊN AQIL MEND DE CIH GIRT   Can, piştî fîrar kir di sala 1983’an de dîsa hat girtin. Can piştî 17 salan girtî ma, di 22'ê Îlona 1999'an de hat berdan. Can, piştî hat berdan li gel komek hevalên xwe Hewldana 78'an ava kir. Can di 1'ê Nîsana 2013’an de piştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP'ê ve ji bo pêvajoya çareseriyê di lîsteya Mirovên Aqîl ku ji 63 kesan pêk tê de cih girt.    QET BÊDENG NEBÛ    Hevalê Celalettin Can ê 14  salan û berdevkê Hewldana 78'an ê Stenbolê Yunus Bircan, girtina Can şermezar kirin û qala têkoşîna wî kirin. Bircan, anî ziman ku dema hewldana 78'an ava kirin, xwestin darbekar bên darizandin û wiha got: "Me xwest civak bi hiqûqa darbeyê re bê rûqalî hev û hesap ji darbekaran bipirsin. Can pêşengê vê hewldanê bû. Dixwez hemû pêvajoyê rojane bike û derxe pêşberî civakê. Nêzî 20 salan girtî ma. Li girtîgehê bêdeng nema, piştî hat berdan jî dîsa bêdeng nema. Her dem ji bo çareseriyê niqaş kir. Bi niqaşan hewldana 78'an ava kir.    'DOSYAYÊN EDALETÊ VEKIR'   Bîrcan anî ziman ku Can bi dîsîplîn û enerjiya xwe mirov dixistin nava tevgerê û wiha got: "Mirov sewqî xebatê dikirin. Bi teorî, xebatên siyasî û dîsîplina xwe ji bo mirovan dibe minak. Gelek dosyayên berê ji nûve vekir."    GIRTINA WÎ BALKÊŞ E    Bîrcan, anî ziman ku girtina Celalettin pir balkêş e û wiha got: "Sedema girtina Can a herî mezin, pêşengiyê têkoşina demokrasiyê bû. Herî zêde ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşiya. Li gel van şert û mercên dijwar ên li Welat dîsa dengê xwe qut nekir. Ji bo li welat siyaseta demokratik pêş bikeve û pirsgirêka kurd çareser bibe, aştiyek mayinde pêk bê, xebaten girîng kirin. Can seknek sosyalist, kurd, elewî nîşan da. Ji ber ku mirovê aqîl bû û têkoşîna demokrasiyê hat girtin. Ev yek me dixe nava fikaran. Girtina wekî kesên Celalettin Can û siyasetmedarên ku ji bo demokrasî û mafên mirovan têkoşînê dide mirovan dixe nava fikaran. Ev pêvajo ji serdema 12'ê Îlonê bêtir dijwartir e. Celalettin wê demê bêdeng nebû niha jî bêdeng nebû. Li dijî bê edaletî û li dijî bê hiqûqiyê tu carî bêdeng nemû û bêdeng nabe."    MA / Bîlal Seçkîn