Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin 2018-02-27 09:06:02 AMED – Li navçeya Pasûrê ev 3 roj in ji ber polîtîkayên qeyûm avê qût kirine. Gel û esnafê Pasûrê li dijî rewşê bi bertek in. Hat îdiakirin ku beriya qeyûm bê tayînkirin deynê şaredariyê tune bûye, lê piştî qeyûm hat deynê şaredariyê derket 25 mîlyon TL.  Wezareta Karê Hundir bi rêya qeyûman Şaredariyên DBP’ê xesp kirin. Qeyûm ji bo xwe bixin çavê gel, serî li her rêbazê didin. Qeyûman gelek şaredariyan xistiye nav çirava deynan. Li gelek deveran pirsgirêk derxistine. Li navçeya Pasûra Amedê bi mehan e ji ber xebata li navçeyê, ava gelek taxan hatiye qûtkirin. Li hin taxan serê sibê av tê qûtkirin û êvarê berdidin. Li hin taxan jî ev bû 72 saet av naherike.    Di 27’ê Çileya 2017’an de li şûna hevşaredarên DBP’ê Metîn Dînar û Sadiye Suer Baran, Qeymeqamê Pasûrê Fatîh Dulgeroglu wek qeyûm hat tayînkirin. Ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha, di bin navê xebatê de li navçeyê xebatên nû dike. Ji salekê zêdetir e li her aliyê navçeyê rê ji saet 17.00’an şûn ve tên girtin. Rê girtina li çûn û hatinê, esnafên navçeyê dixe nav rewşek zor. Ji ber xebata li navçeyê hatiye destpêkirin, av her tim tê qûtkirin û welatî bêzar bûne.   SÊ ROJ IN AV NAHERIKE    Şener Karaman diyar kir ku ev mehek e bi rêk û pêk av naherike û ev 72 saet e qet av naherike. Karaman anî ziman ku ji ber av tune ye nikarin paqijiyê bikin û wiha got: “Ji ber av tune ye, em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Ji bo berdana avê tu hewldan jî nînin. Divê ku demil dest mexdûriyeta me ji holê rakin.”    ESNAF NIKARE KAR BIKE    Yek ji pirsgirêka din a navçeyê jî pirsgirêka esnafên halê ye. Esnaf diyar dikin ku serê sibê ew dikanên xwe vedikin û heta êvarê bêyî ku kar bikin digirin. Kolana Lîse ya li navçeyê bi temamî bi hinceta “ewlehiyê” hatiye girtin û kolanên din piştî saetên diyar li çûnehatinê digirin. Ev yek bandorek neyînî li ser esnafan dike. Îzzettîn Kaya yê 19 sal e li navçeyê esnafiyê dike da zanîn ku gelek caran bêyî ku siftah bike dikana xwe digire û got: “Beriya kolan bên girtin, mişterî dihatin û diçûn. Hindik be jî firotina me dibû. Cihek ku wesayît nikare biçe, kes jî naçe wir.”   ŞAREDARIYÊ AJOTIYE NAV ÇIRAVA DEYNAN    Qeyûmê Şaredariya Pasûrê jî wek hemû şaredariyên din ku qeyûm hatine tayînkirin ajotiye nav çirava deynan. Hat angaştkirin ku heta niha 25 mîlyon lîre deynê şaredariyê çêbûye. Qeyûm gelek saziyên girêdayî şaredariyê girtin û hin saziyan jî firotiye.    ESNAF JI KIRINÊN QEYÛM BAWER NAKIN    Qeyûm avahiya li gundê Tiyaxs ê Pasûrê bi 150 hezar lîreyî firot. Li navçeyê bêyî ku pêdiviya gel bi mizgeftê hebe, Mizgefta Navendî xera kir û soza dê ji nû ve çêbike da. Hin esnaf bi dara zorê ya qeyûm ji xwe hatin hatin derxistin û soza dê dikanan ji nû ve çêbike û carek din bide esnafan. Lê esnaf bi van sozan bawer nakin û dibêjin ku dê dikanên wan bên firotin. Yek ji îdiayek din a li navçeyê ew e ku qeyûm rêyên gundên nêzî desthilatê çêkiriye û rêyên gundên welatparêz jî nedane çêkirin.