ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-27 09:00:19 * Mîna Qazî ya di civaka Kurdistanê de wekî "Dayê Xanim" tê zanîn, di dema avabûna Komara Kurd a Mahabadê de pêşengiyeke girîng kiribû. Îro jinên Efrînê berxwedana Mîna Qazî dewam dikin. * Li Deriyê Sînor ê Gurbulakê ambargo li ser ambargoyê datînin ser kesên bazirganiya sînor dikin.  Beriya niha bazirgan her roj diçûn û dihatin, lê niha şertê di mehekê de 10 roj derbas bibin anîn pêşiya wan. Bazirganan diyar kir ku dest datînin ser malên wan û wiha gotin: “Li derî qanûnê zordariyê hene.”    * Li pişt perdeya şerê Efrînê, hemû hesab û planên tên kirin serobino bûn. Ne Tirkiye, ne Rûsya, ne jî Amerîka yek ji wan jî hesabê berxwedaneke bêhempa nekiribûn. Plana li Astanayê li ser lihevkirinê çê kiribûn, vala derket. Çarenûsa Efrînê êdî bi berxwedanê pêkan e.   * Li navçeya Pasûrê ev 3 roj in ji ber polîtîkayên qeyûm avê qût kirine. Gel û esnafê Pasûrê li dijî rewşê bi bertek in. Hat îdiakirin ku beriya qeyûm bê tayînkirin deynê şaredariyê tune bûye, lê piştî qeyûm hat deynê şaredariyê derket 25 mîlyon TL.    * Hevalên tekoşînê yên Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, girtina wî şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Hevalê Can Yunus Bîrcan, girtina Can rexne kir û wiha got: "Can, çawa di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe û dê bêdeng nebe."    * Li Pasûrê cerdevanek ku ajokariya mîbûsê dikir, ji ber rêwî têkildarî Efrînê de axivîn bi telefonê qeyd kir û da qarakolê. Di encama îxbarê de Suleyman Barut ê 70 salî hat binçavkirin.    * Parêzer Mavîş Aydin bal kişand ser îstismarên zayendî û sererastkirina "bikêriya kîmyawî" û ev tişt got: "Dê ev rêbaz pirsgirêkê hêj xirabtir bike. Bi vê polîtîkaya pêşiya lîncê vedikin."   * Yek jî avakarê AKP'ê Abdullatîf Şener, destnîşan kir ku sererastkirinên hevkariyên tên kirin ji "hilbijartinên bi darê zorê" xetertirin û ev tişt got: "AKP hilbijêrên kurd tune dihesibîne. Dê bi vê hevkariyê hilbijartinê winda bike."   * Cengîz Zaza Akbaba hefteyê carekî Mirazê piçûk ji girtîgehê li gel dayika wî digire, rojekê li gel xwe dihêle û careke din dibe girtîgehê. Akbaba da zanîn tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje.   * Dê di 10'ê Adarê de li Navenda Çanda Fransiz a li Taksîma Stenbolê bernameya 16'emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmor a Gerok a Navneteweyî bê aşkerakirin. (16.00)   * Dê doza Berkîn Elvan ê di bûyerên Geziyê yên li Okmeydaniyê de kapsula gazê li serê wî ket û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, i 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Komeleya Mafên Zarokan a Mêrsînê, dê li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê bi daxuyaniyekê îstismara li dijî zarokan şermezar bike. (12.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (12:30')