8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn 2018-02-26 20:33:58 SAKARYA  - Dadgehê li Rojnameger Muhammet Dogru bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh û bi îdîaya "propaganda rêxistinê" 2 sal û 3 meh ceza bi giştî 8 sal û 6 meh ceza birî.    Danişîna biryarê ya doza Nûçegîhanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Muhammet Dogru li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sakarya hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Muhammet Dogu de bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê li Rojnameger Muhammet Dogru bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh û bi îdîaya "propaganda rêxistinê" 2 sal û 3 meh ceza bi giştî 8 sal û 6 meh ceza birî.  Dadgehê înfaza ceza taloq kir.