Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin 2018-02-26 20:21:42 ÎZMÎR - Karker Ahmet Polat û Nazim Toplu yên ji bo xebatê çûn Îzmirê û li Balafirgeha Adnan Menderesê polîsan li telefonên wan nerîn û binçav kirin yek jê hat girtin. Serhat Karakoyun jî li ser îxbarê hat girtin. Li Erdexanê jî di serdegirtina malan de ji 20 kesên hatin binçavkirin jê 3 HDP'î hatin girtin.    2 karkerên înşatê Nazim Toplu û Ahmet Polat ji bo kar bikin ji Amedê çûn Îzmirê û li Balafirgeha Adnan Menderes di 23'ê Sibatê de hatin binçavkirin. Polisan telefonên wan ji destê wan girtin û bi îdîaya di medya civakî de parve kirine ew binçavkirin û sewqî dozgeriyêkirin. Ji 2 karkerên hatin binçavkirin piştî sewqî edliyê kirin dozger bi daxwaza girtinê 2 karker bi îdîaya "propaganda rexistinê kirine sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Toplu, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan û Karker Polat jî hat girtin.    Karkerê înşaetê Serhat Karakoyun li Navçeya Menemenê hat binçavkirin û girtin. Karakoyun ku di 20'ê Çile de ji Qersê hat Îzmirê bi îdîaya der barê wî de îxbar heye hat binçavkirin. Karakoyun, piştî sewqî edliyeya Îzmirê kirin dîaya "propaganda rexistinê kirine sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Karker Karakoşun piştre bi heman hincetê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.    LI ERDEXANÊ 3 HDP'Î HATIN GIRTIN   Li Erdexane jî di serdegirtina malan de 20 kes hatibûn binçavkirin. Ji 20 kesan 3 kes hatin girtin. Di 19'ê Sibatê de polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girt û 20 kes binçavkirin. Pişti lêpirsina li midûriyeat polisan 17 kes sewqi dozgeriyê kirin û 3 kes berdan. Dozger jî 17 kes bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî ji 17 kesan 14 kes bi şertê kontrola edlî berdan û Endamên HDP'ê Kurtuluş Morkoç, Şukru Ateş û Çetin Demir girtin û şandin girtîgehê.    Berê jî ji heman dosyayê Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Parlamenterê HDP'ê yê berê Şafak Ozanli û Parlamenterê HDP'ê yê Erdexanê yê berê Dr. Taşkın Aktaş hatibûn girtin.