De Salih Muslim sibê derxin dadgehê 2018-02-26 17:37:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslim duh li Pragê li ser daxwaza Tirkiyeyê hat binçavkirin û dê sibe derkeve pêşberî dadgehê. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê û rêveberê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim di 25’ê Sibatê de li paytexta Pragê Çekya li ser daxwaza Tirkiyeyê ji aliyê Înterpolê hat binçavkirin. Tê payîn ku Muslim sibê derkeve pêşberî dadgehê.   Di rûniştina sibê de dê têkildarî binçavkirina Muslim de biryar bê dayîn. Dost û kurdan jî ji duh ve berê xwe didin Pragê, dê danişîna Muslim a sibe bişopînin.