Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê 2018-02-26 17:06:15 STENBOL - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sureyya Onder, li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.  Demîrtaş ji ber tevlêbûna bi SEGBÎS'ê red kir, dê carek din wî bînin salona dadgehê.  2'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sureyya Onder yên ji ber di Newroza 2013'an de axaftinên kirin û bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" kirine tên darizandin, li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.  Demîrtaş, ji ber ku ew neanîn salona dadgehê tevlêbûna bi riya SEGBÎS'ê red kir. Onder jî nehat beşdarî dadgehê nebû. Gelek parêzer jî tev li danişîna dozê bûn. Prz. Yildiz Îmrek, parastin kir û diyar kir ku axaftinên Demîrtaş û Onder li gorî zagonan hatine kirin. Îmrek, anî ziman ku destnedayina wekîlan li dijî qanûna bingehîn hatiye kirin û darizandina wan li dijî hiqûqê ye. Îmrek, anî ziman ku li gorî Qanûna Binghîn mafê hemû welatiyan heye ku siyasetê bikin û ji ber nûnerê gelin destnedayîna wan heye. Bi vê yekê xala 85'an a Qanûna Bingehîn hatiye binpêkirin. Ji ber ve yekê em dixwazin ev darizandin betal bibe û dosya bê xistin.    Prz. Ramazan Demir jî anî ziman ku heta li gorî qeyd û quralên ûsûlê darizandin neyê kirin dê parastinê neke.    Piştî parastina parêzeran, dozger xwest ku ji ob Demirtaş parastinê bike wî carek din binin salona dadgehê. Heyeta dadgehê jî li ser ve yekê biryar da ku di danişînek din de Demîrtaş bînin Salona Dadgeha Alîbey ya Silivriyê. Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 16'e Adarê kir.