Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn 2018-02-26 15:52:22 RIHA - Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ê li Cizîrê di jêrzemînên lê asê man de hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.  Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ku li Cizîra Şirnexê di dema îlankirina qedexeya derketina derve de di jêrzemînên avahiyên di wan de asê man hatin kuştin, di salvegera duyemîn a mirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şehîdgeha Kobaniyê ya Pirsûsa Rihayê hat lidarxistin. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan, hevalên xebatê yên Aktaş û Yavûzel jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Di bîranînê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Aktaş û Yavûzel li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    DAYIKA YAVÛZEL: DI RÊÇA WÎ DE ME    Hanim Yavûzel, dayika Mehmet Yavûzel, di bîranînê de axivî û got: "Bi awayekî hovane kurê min hat qetilkirin. Şehîd namirin. Hîn jî di rêça kurê xwe de me. Di vê rêçê de gelek ciwanan canê xwe de. Em ê wan ji bîr nekin."    Lemîha Aktaş, dayika Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, jî destnîşan kir ku êdî tehamulî kêlikên goran jî nayê kirin. Aktaş destnîşan kir ku nivîsên li ser kêlika kurê wî hatine jêbirin û got: "Feraseteke ku tehamulê gorên me jî nakin heye."    Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî got: "Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna wan wekî roja ewil bidomînin."    Her wiha di dema bîranînê de, polîsên hatin goristanê xwest li nasnameyan binêre. Lê belê li ser berteka Parlementer Ocalan, polîsan tenê plakayên wesayîtan lêpirsîn kir.