Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 2018-02-26 14:54:42 EFRÎN - Ligel biryara agirbestê ya NY êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin û di bombebaranan de sivîl tên hedefgirtin. Herî dawî di topbarana li Cindirêsê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.   Biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ket roja duyemîn, lê bombebaran û êrîşên TSK’ê û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê bê navber berdewam dikin. Di bombebaranan de sivîl tên hedef girtin. Balafirên şer ên TSK’ê serê sibê gundê Yelanqoz a navçeya Cindirêsê bombebaran kirin û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.   Jina ku ji bombebaranê bi saxî xelas bû, diyar kir ku balafirên şer serê sibê gundê Yelanqoz bombebaran kirin û di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Ekîbên Heyva Sor a Kurd 5 cenazeyên sivîlan ji bin kavilan derxistin. Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan nayên zanîn.    Li aliyê din, êrîşên topbaranê yên li ser navçeya Şera berdewam dikin û pevçûnên li gundên Qermîtlîk, Anqelê û Senarê yên navçeyên Şiyê berdewam dikin û dengên topan û hewanan ji her sê gundan tên.