Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan 2018-02-26 14:22:19 EDENE – Di rapora kesên pêzan a doza cînayata aladagê de detayên skandal derketin holê. Di raporê de ji bo şewatê wekî “qezaya kar" û mamosteya hîndekar Fatma Canatan jî wekî mêvan hat nişandan. Parêzeran got “Zarok ne karker in û em nebin şirîkê vê şermê" û bertekên xwe anîn ziman."  5'emîn danişîna doza cînayeta 11 zarokên li Wargeha Xwendekaran a Suleymaniyan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê hat dîtin. Di şewata wargeha xwendekaran de 11 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Beriya danişînê malbatên zarokan li pêş edliyê daxuyanî dan. Ji ber ku di danişînê berê de ji 6 bersûcan 4 bersûc hatin berdan, malbatan bertekên xwe anîn ziman. Malbatan di danişîne de edalet xwestin û xwestin kujer bên darizandin û cezakirin. Dema malbatan ji dadger pirsa "Qet  hûn bûn bavê zarokan?" pirsî, dadger got têkildarî dosyayê bi axivin.    Parêzeran bertek nîşanî berdana 4 bersûcan nîşan da û diyar kirin ku rapora kesênk pêzan ji aliyê kesênk nehatine perwerdekirin ve hatiye amadekirin.  Ji parezerên malbatan Evren İşler, anî ziman ku rapor ji aliye endezyar û kesên ji kar berpirsiyar ve hatiye amadekirin û kesê pêzan û pispor rapor amade kenikirne.    AGIR WEKÎ QEZA Û PERSONEL WEKÎ MÊVAN HAT NÎŞANDAN   Kesên pêzan di raporê de şewata ku bûye sedema kuştina 11 zarokan wekî "Qezaya Kar" û personel û mamosteyê wargehê Fatma Canatan jî wekî mêvan nîşan dan. Îşler, anî ziman ku di raporê de nakokî heye. Personelên cemaweriyê bi dîsîplîn karê xwe nekirine û venêrtin nekirine. Hem destûr dane ku wargeh bê vekirin û hem jî raporên hatine amadekirin ne cewherî ne. Li gorî reziknameyê di nava rêveberan de cudakari tune. Hemû bi qasî hev berpirsiyar in.    EM NEBIN ŞIRÎKÊ VÊ ŞERMÊ    Prz. Can Atalay jî bertek nîşanî raporê da û ji dozger û dadger xwest nebin şirîkê vê rapor û şermê.    Parêzerê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk, jî diyar kir ku bûyerek hêsan nabe sedema mirinê û wiha got: "Divê hemû bersûc ji sucdariya "Bi zanebûn kuştine" bên girtin û girtî bên darizandin."    Dozger jî rapora pêzan parast û diyar kir ku xwest bersûc serbest bên darizandin. Dîsa der barê 2 bersûcên girtî tên darizandin jî xwest dîsa girtî bên darizandin.  Ji bersûcê girtî Cumali Ali Genç jî parastin kir diyar kir ku wan venêrtiya hemû yûrdê kir û kêmasiyên tesîsatên yurtê tune bûn.    Danişina dozê bi parastina parêzeran didome. Ciwanên li ber edliyê kom bûn ji bê navber diruşmeyên "Heq û Edalet" û “Ne îhmal e, cînayet e" berz kirin.