Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê 2018-02-26 13:48:26 ŞIRNEX - Hat îdîakirin ku li Çiyayê Gabarê HPG’iyan dest danîn ser tifingên cerdevanên derketine nêçîrê. Di operasyona li herêmê pêk hat de leşkerê jiyana xwe ji dest da û cerdevan K.V. jî birîndar bû.  Hat îdîakirin ku li Çiyayê Gabara Şirnexê HPG’iyan dest danîn ser tifingên cerdavanên gundên Xaran û Şerefî yên derketin nêçîrê. Li ser vê yekê leşkeran agahî girtin û li herêmê operasyon pêk anîn. Di operasyona di 22’yê Sibatê hat destpêkirin de leşkerekê jiyana xwe ji dest da, cerdevan K.V. û gelek leşker jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku cerdevan K.V. ê di sala 1994’an de jî li Çiyayê Gabarê di operasyonekê de birîndar bû, ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.     Li herêma ku hîna tevgera leşkerî lê berdewam dike, qereqolên derdorê jî topan diavêjin herêmê.